KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Careke din gule li rojnamevanên li ser sînorê hat reşandin
Rojnamevanên Îtalî û Îrlandî jî beşdarî Nobeda Nûçeyan a li bin xetê bûn. Lê belê leşkerên Tirk careke din gule li rojnamevanan reşandin. -
Nûçegihanê DÎHA'yê Dûymak hat berdan
Nûçegihanê stajer ê DÎHA'yê Fîrat Dûymak û Hevserokê MEYA-DER ê Botanê Mele Qasim Yîgît ên li Cizîrê hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. -
Artêşa Tirk li bejahiya Gimgimê dest bi operasyona leşkerî kir
Li bejahiya Gimgimê, artêşa Tirk bi tevlîbûna bi sedan leşkerî operasyonê dimeşîne. Li gundê Badan ê li qada operasyonê ye, 2 kes hatin binçavkirin. -
Li Silopiyayê wehşeta dewleta Tirk: 4 sivîl hatin qetilkirin
Li Silopiyayê, li mala bû hedefa tankên rejîma Tirk 4 sivîlên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. -
TEV-DEM'ê êrîşên li dijî Şêxmeqsûd şermezar kir û bang kir
TEV-DEM'ê komkujiyên li Şêxmeqsûd û derdora wê bi destê çeteyan tên kirin şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir, ku bes bêdeng bin. -
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê li Daqoqê dar hatin çandin
Însiyatîfa Gel a Navçeya Daqoq a girêdayî bajarê Kerkûk bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah şitlên daran çand. -
Silopiya bi tankan tê bombekirin, tax tên valakirin
Tankên dewleta Tirk, taxên Silopiyayê yên xendek lê nînin hedef girtin. Ji dorpêçiyê agahiyeke zelal ji navçeyê nayê wergirtin. Li gorî agahiyan kesekî jiyana xwe ji dest daye, gelek kes jî birîndar bûne. -
AKP hewl dide Gever û derdora wê ji mirovan xalî bike
Li Geverê êrîşa dewletê û berxwedana gel dewam dikin. Hêzên dewletê yên hewl didin navçeyê û gundên li derdorê ji mirovan xalî bikin, zextê li sivîlan dikin. -
PKK'ê şehîdên meha Nîsanê bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Nîsanê bibîr anî û got, "Soza me dane her şehadetê, soza bi ser xistina berxwedana wan e. Di vê rêyê de wê bi her awayî fedekarî bê kirin." -
Çawişekî pispor hat kuştin
Li Bismilê, çawişekî pispor ê bi wesayîta xwe ya şexsî di rê de bû, bi guleya ji wesayîteke din hat teqandin, hat kuştin. -
Şîmşek: Tecrîd û koçberkirin di koka dewletê de hene
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek got, "Şerê li Sûrê û navçeyên din ên Kurdistanê tê meşandin, destpêka pêvajoyeke demdirêj e." -
Nûçegihanê DÎHA'yê hat binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA'yê Firat Dûymak ê li Cizîrê, dema ji mala xwe derket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Nayê zanîn bê Dûymak birine ku derê. -
Li Nisêbînê roja nû bi topbaranê destpê kir
Li Nisêbînê ku berxwedan di roja 24. de ye, tevahiya şevê hawan hatin avêtin, danê sibehê jî topbaranê destpê kir. -
Li Silopiyayê malek hedef hat girtin: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn
Hêzên dewleta Tirk bi tankê li maleke li taxa Barbaros a Silopiyayê xistin. Di vê êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn. -
Hejmara mirovên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dan bû 17 kes
Hejmara mirovên ji ber êrîşên çeteyên KNS û ENKS'e yên li hemberî taxa Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 17 kesan. Hejmara birîndaran jî 63 ye. -
'Dewleta Tirk ji aliyê stratejîk ve li Rojhilata Navîn fetisî ye'
Fermandarê Giştî yê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat da xuyakirin, ku berevajî îdîayên di çapemeniyê de tê kirin, hêzên rejîmê li Helebê bi pêş de neçûne û destnîşan kir, çeteyên KNS û ENKS'ê jî li pêşberî YPG/YPJ'ê bêçare mane. -
'Beroşa Kurdan jî terorîst e'
Li Hezexê, dîmenê piştî êrîşên qirkirinê yên 44 rojan derket holê, bêtehemûliya dewletê ya li Kurdan careke din raxist pêş çavan. -
Di pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li Şengalê de xwişk-bira li hev rast hatin
Li Şengalê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de xwişk û birayên hev, ku yek jê gerîlaya YJA Starê ye, yê din jî şervanê YBŞ'ê ye li hev rast hatin. -
YPG'ê ji bo malbatên şehîdan çalakiya 4'ê Nîsanê lidar xist
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêveberiya qada şehîd Rustem a YPG'ê ya Kantona Cizîrê çalakiyek lidar xist û malbatên şehîdan vexwend. -
Baydemîr: Xiyanet wê careke din li vê xakê neyê dîtin
Osman Baydemîr da xuyakirin, ku dîroka Kurdistanê wê êdî dubare nebe û tevî hemû astengiyan jî işaret bi pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan kir. -
Polîsan li Amedê ciwanek ji serê wê birîndar kirin
Li Amedê polîsan mudaxaleyî çalakiyê kirin, der dor gulebaran kirin û di encamê de ciwana bi navê Sema Çelîk (17) birîndar bû. Çelîk a ku bi guleya polîsan ji serê xwe bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. -
Bîlançoya qelîama Şêx Meqsûdê zêde dibe
Di êrîşa qetlîamwarî ya çeteyên girêdayî SÛK û ENKS’ê ya li ser Taxa Şêx Meqsûdê de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişte 17’an. Hêjmara birîndaran jî bûn 63. -
Li Şirnexê tîmekî taybet hate kuştin
Li Şirnexê di roja berxwedanê ya 22'emîn de tîmekî taybet hate kuştin û timekî taybet jî birîndar bû. -
Eren û Kiliçarslan bi tilîliyan hatin oxirkirin
Şervanên YPS-JIN Tulay Eren (Arin Rojhat) û Evindar Kiliçarslan (Rojevîn Xerzan), ên di demên cuda de li Geverê jiyana xwe ji dest dan li Norşîn û Tetwanê bi girseyî hatin definkirin. Cenaze bi lîrandinê hatin oxirkirin. -
Meclîsa Rêveberiya Minbicê hate îlankirin
Di encama civîna Desteya Herêma Minbicê a ku îro hat lidarxistin de Meclîsa Minbicê hate îlankirin.