KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPS: 15 çeteyên Qesrê 6 ên DAIŞ’ê hatin kuştin
YPS’ê da xuyakirin ku di şer û çalakiyên li dijî çeteyên Qesrê de 11 POH, 4 JOH û 6 jî çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. -
Ji bo berxwedêrên Parîsê aktîvîteya bîranînê
Li Parîsê berxwedêrên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. -
YPJ'ê 3. salvegera damezrandina xwe pîroz kir
Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya Kantona Kobanê, sêyemîn salvegera damezrandina YPJ’ê û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi merasîmekê pîroz kir. -
Li Şirnexê polîsên POH li hemberî hev şer kirin: Mirî û birîndar hene
Polîs û leşkerên POH û JOH ên dewleta Tirk, ku derbên giran ji hêzên YPS û YPS Jinê ixwin, li Şirnexê li hemberî hev şer kirin. Di vî şerî de polîsekî POH'ê mir, gelek jî birîndar bûn. -
Rojavayiyan rojbûna Ocalan pîroz kirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyan tê pîrozkirin. -
Ji YPG/YPJ'ê operasyona li dijî çeteyan
Êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûde û Eyn Îsa dewam dikin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî li hemberî çeteyan dest bi operasyonê kirin. -
Li gundê El Pelûr ê Ocalan lê ma, pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Li gundê El Pelûr ê nêzî Kobanê, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû lê mabû, 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin. -
Ji bo rojbûna Ocalan li Hesekê dar hatin çandin
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û dar hatin çandin. -
Li Hezexê polîsên Tirk dest datîne ser alîkariyê, dûre li ser navê xwe belav dike
Polîsên Tirk li Hezexê, kampanya alîkariyê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava tê meşandin asteng dikin. Polîsên Tirk dest danîn ser malzemeyên alîkariyê û rabû li ser navê xwe belav kir. -
Meşa ciwanên Rojavayî qediya
Meşa Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava (YJCR), ku ji bo destekkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê û pîrozkirina rojbûna Ocalan dabûn destpêkirin, qediya. -
Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê hat erêkirin
Lîsteya meclîsa nû ya rêveber a Kantona Cizîrê ku ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve pêşkêşî Hevserokatiya Kantona Cizîrê hat kirin, hat erêkirn. -
Gelê Kobanê: Roja bindestan di 4'ê Nîsanê de hilat
Gelên ji pêkhateyên cuda yên li Kobanê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, "Roja bindestan di 4'ê Nîsanê de hilat." -
3 cerdevanên din îstifa kirin
Li Reşmilê 3 cerdevanan nexwestin tevlî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan bibin û ji cerdevaniyê îstifa kirin. -
Ev 3 roj in li Şirnexê bê navber şer diqewime
Bomberdûmana giran û şerê dijwar ê li qadên xwerêveberiyê yên Şirnexê dewam dikin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket. Li Îsmetpaşayê jî ev 3 roj in şerekî dijwar diqewime. -
Li Geverê şerê giran: Tankek hat îmhakirin
Li Geverê ku ev 23 roj in êrîş û berxwedana li hemberî wê bênavber dewam dike, piştî şeva bêdeng, danê sibehê şer dîsa destpê kir. -
'Ocalan rêxistineke berxwedanê ya gelekî mezin afirand'
Tevî dorpêçî û zextên dewleta Tirk ên li dora navçeya Riha Xelfetiyê jî, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. -
Rojbûna Ocalan li Mexmûrê hat pîrozkirin
67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh êvarê li Wargeha Penaberana Ş. Rustem Cûdî ya Mexmûrê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ber stranên Koma Awazê Çiya heta dErengiya şevê govend hat gerandin. -
Xabûr li ber girtinê ye
Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê, Deriyê Sînor ê Xabûrê gihandiye ber girtinê. -
Ji HPG'ê mesaja ji bo YBŞ/YJŞ'ê: Têkoşîna we ya li dijî çeteyan cihê şanaziyê ye
HPG'ê ji bo YBŞ-YJŞ'ê peyamek weşand û got, "Piştî serketina pêngava Medîbanê ya we bi hêza xwe bi ser xistin, bersiva we ya li hemberî êrîşên berfireh ên 31'ê Adarê û 1'ê Nîsanê, cihê şanaziyê ye." -
Hêzên dewletê kaxiza 'destûra hilweşandinê' bi zorê didin îmzekirin
Hêzên dewleta Tirk bi şev avêtin ser malên Silopiyayiyên nerazîbûn nîşanî hilweşandina xaniyên xwe dan û bi zorê kaxizeke ku tê de 'xerakirina xaniyan erê dike' dinivîsîne, dan îmzekirin. -
Gel diherike Amarayê
Tevî dorpêçî û zextên dewleta Tirk jî, gelê Kurd bi wesîleya 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diherike gundê Amara yê navçeya Riha Xelfetiyê. -
NPG: Rojbûna 67. li Rêberê me û gelê me pîroz be!
NPG: Rojbûnên pîroz, dema bi awayekî azad hat jiyîn watedar dibin. Weke gelê Kurd em 67 saliya Rêber Apo li ser bingeha berxwedana ji bo azadkirina Rêber Apo pîroz dikin. -
Şervanê YPG'ê Serhildan Botan li Stûttgartê hat bîranîn
Şervanê YPG'ê Ehmed Hecî Kamil (Serhildan Botan) ê di 29'ê Adarê de li Efrînê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Stûttgartê hat bîranîn. -
'Dayê ez tevlî nava YPS'ê bûm, bi min serbilind be'
Dayika endamê YPS'ê Salîh Batmaz Behiye Batmaz got, "Roj wê bê ez ê rahêjim çeka kurê xwe û li dijî dijmin şer bikim." Dayik Batmaz bang li gelê Kurd kir, ku berxwedana xwe xurtir bike. -
'Me careke din li salên 90'î vedigerînin'
Li Botanê ku polîtîkayên qirkirinê yên dewletê lê dewam dikin, yek ji gundên di çarçoveya konsepta 'têkoşîna li dijî terorê' ya dewletê de hat şewitandin û xerakirin, gundê Bêgurzan ê Şirnexê ye.