Ji bo rojbûna Ocalan li Hesekê dar hatin çandin
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û dar hatin çandin.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û dar hatin çandin.
Li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi armanca pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan kes li hev civiyan.
Girseya gel di destpêkê de berê xwe da goristana Şehîdan a li gundê Dawidiyê û bi mebesta rojê dar çand.
Piştre ji bo pîrozkirina 67 saliya Rêberê Gelê Kurd çalakiyek hat lidarxistin. Li ber stranên hunermend û komên herêmî govend hat gerandin û rojbûna Ocalan hat pîrozkirin.