NPG: Rojbûna 67. li Rêberê me û gelê me pîroz be!

NPG: Rojbûnên pîroz, dema bi awayekî azad hat jiyîn watedar dibin. Weke gelê Kurd em 67 saliya Rêber Apo li ser bingeha berxwedana ji bo azadkirina Rêber Apo pîroz dikin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û rojbûn li Rêberê Gelê Kurd û tevahiya gelê Kurd pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "4'ê Nîsana 1949'an ji bo gelê Kurd pêvajoyeke girîng e. Dîroka azadiyê ya gelê me, bi taybetî jî dîroka azadiyê ya jinê, bi vê pêvajoya rojbûnê re li Kurdistanê bi temamî guheriye. Rêber Apo ji nva malbatê û gund dest bi lêpirsînê kir û weke lêgerînerekî her tim da dû evîna azadiyê. Rojbûna di 4'ê Nîsanê de destpê kir û dewam kir, li Mezopotamyaya qedîm tovên azadiyê çand, di ruh û nêrîna koledariyê ya ji aliyê mêtîngeran ve hat afirandin de rê li ber guhertineke bingehînî vekir."

Gelê Kurd ê bi qirkirinê re rû bi rû mabû, berxwedana xwe ya hebûnê, di nava şert û mercên gelekî zehmet de bi nêrîn û bîrdoziya Rêber Apo re gav bi gav bi pêş de bir û ket nava pêvajoya destxistina pêşeroj û azadiya xwe. Ev rastiya ku li Amarayê ji aliyê zarokekî li nava xizaniyê mezin bû hat destpêkirin û veguherî tevgera gel, îro bûye vîna bi mîlyonan mirovî. Li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û hemû qadên berxwedanê weke projeya xweseriya demokratîk a gelê me ketiye meriyetê. Lewma rojbûna Rêbe Apo ji bo civakeke bi hesreta azadiyê, bû destpêka pêajoya avakirinê."

Daxuyaniya NPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"Dewleta Tirk heta roja îro ti carî êrîşên li hemberî Rêberê me nesekinandiye, berevajî roj bi roj zêde dike. Dewleta AKP'ê ewçend qels e ku nikare mafên li gorî qanûnên xwe ji girtiyan re tê naskirin, bide. Ev helwesta cihêkar a di zîhniyeta dewlet AKP'ê de xwe dide der, nîşaneya sîstemeke li dijî gelê Kurdistanê ye. Eşkere ye; nêzîkatiya li Rêber Apo di heman demê de nêzîkatiya li gelê Kurdistanê ye.

Rojbûnên pîroz, dema bi awayekî azad hat jiyîn watedar dibin. Weke gelê Kurd em 67 saliya Rêber Apo li ser bingeha berxwedana ji bo azadkirina Rêber Apo pîroz dikin. Li dijî dijminê ku nahêle gel, hevrê û dostên wî di 4'ê Nîsanê de bi awayekî azad Rêber Apo hembêz bikin, li dijî vî dijminê ku şerekî bi rêk û pêk dimeşîne, mezinkirina têkoşîna azadiyê wezîfeya me ya dîrokî ye.

Li ser vê bingehê, di şexsê şehîdên 4'ê Nîsanê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag de em hemû şehîdên xwe careke din bibîr tînin; vê roja dîrokî li dayikên ku ti carî Rêbertî bi tenê nehiştine, li zarokên Kurdistanê yên bi hezkirineke paqij bi Rêbertiyê re dilsoz in û li hemû gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên fedaiyên Rêber Apo ne, pîroz dikin."