Meşa ciwanên Rojavayî qediya

Meşa Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava (YJCR), ku ji bo destekkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê û pîrozkirina rojbûna Ocalan dabûn destpêkirin, qediya.

Bi armanca piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê û pîrozkirina 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava di 2'ê Nîsanê de bi beşdariya zêdeyî 500 ciwanên herêma Cizîrê meşek dirêj ji bajarê Girkê Legê ber bi gundê Êndîwer ê ser sînroê Rojava bi Bakurê Kurdistanê re organîze kir.

Ciwan di meşa xwe de derbasî kampa Newroz a ser rêya Endîwerê bûn. Ciwan di nav kampê de meşiyan û ciwanên kampê tevlî meşa xwe kirin û wiha berê xwe dan Endîwerê.

Li nêzî Endîwerê Hevseroka Meclîsa Damezrîner a sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava -Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif tevlî meşê bû û bi ciwanan re çû Endîwerê.

Li sînorê Endîwerê meşa ciwanan veguherî şahiyekê.

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava -Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif  di şahiyê de axivî û 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelên cîhan, gelê Kurd û bi taybet jinên wan, pîroz kir. Hediye Yûsif da zanîn ku armanca komploya navneteweyî ya li ser Ocalan şikandina îradeya gelê kurd bû û wiha axivî: "Rêber Apo bi afirandina paradîgmeya civaka demokratîk re komplo veguherand ronahiyek ji gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn re."

Hediye Yûsif destnîşan kir ku ciwanên Bakurê Kurdistanê ji bo azadî û îradeya xwe li hemeber dagirkerî û tundiya AKP'ê li ber xwe didin. Hediye Yûsif bibîr xist ku AKP'ê hewl dide îradeya gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê bişkîne û got ku lewma divê hemû gelê Kurd piştgiriya berxwedana Bakûr bike.

Piştî Hediye Yûsif, endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Rûbar Qamişlo axivî û roja 4'ê Nîsanê weke roja xelasbûna gelên Kurdistanê û bi taybet gelê Kurd ji sîstemên desthiladar ên Kurdistanê, bi nav kir.

Şahî bi gerandina govendê, bi dawî bû.