'Ocalan rêxistineke berxwedanê ya gelekî mezin afirand'
Tevî dorpêçî û zextên dewleta Tirk ên li dora navçeya Riha Xelfetiyê jî, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Tevî dorpêçî û zextên dewleta Tirk ên li dora navçeya Riha Xelfetiyê jî, 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Tevî bi hezaran kesî, ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, rêveberên TUHAD-FED'ê, Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu, Osman Baydemîr, Gulser Yildirim, Mahmût Togrûl, Feleknas Ûca, Behçet Yildirim, Muslum Dogan, Dîlek Ocalan û rêveberên HDP-DBP'ê yên bajar û navçeyên Rihayê, xwe gihandin Amarayê. Pîrozbahî li mala Ocalan lê ji dayik bû pêk hat.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda "Çerxa Şoreşê", Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz axaftina vekirinê kir. Temîzyuz berxwedêrên qadên xweparastinê silav kir û bi zimanekî tund Waliyê Tirk ê li Rihayê yê çalakiya wan qedexe kir, şermezar kir.
'SEROK RÊBERÊ BINDESTAN E'
Di dewama axaftina xwe de Temîzyuz got, "Em spasiyên xwe pêşkêşî her kesên tevî qedexe û zextan jî ji gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine dikin. Roj roja berxwedan û xwedîderketina li Rêbertî ye. Lewma em li benda her kesî ne ku dakevin qadên berxwedanê."
Li ser navê malbata Ocalan Mehmet Ocalan bi xêr hatina mêvanan kir û got, "Di rojbûna 67. a Serok de we em bi tenê nehiştin, we em bi tenê nehiştin. Serok rêberê gelê Kurd û hemû gelên bindest e. Ji ber vê yekê em wan kesên ku roja me ya taybet qedexe kirine, bi hêrseke mezin şermezar dikin. Serok ji bo Rojhilata Navîn hêza rizgariyê ye. Divê qîmetê wî baş were zanîn. Bila dewleta Tirk hişê xwe bixe serê xwe û derhal tecrîda li ser Serok rake. Ev qedexe ti carî nebûye çare. Rojbûna te pîroz be ey Serok."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr dûre peyivî û da zanîn, ku axa Rihayê pîroz e, cihê vejîna mirovahiyê ye. Baydemîr got, "Lewma li vê derê gelek şexsiyetên girîng ji dayik bûn. Yek ji van bêguman Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."
Xwarziya Ocalan parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan piştre mafê axaftinê wergirt û gelê guh neda qedexeyan û xwe gihand Amarayê silav kir.
DÎCLE: EM LI VÊ DERÊ BI MÎLYONAN MIROVAN TEMSÎL DIKIN
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle di axaftina xwe ya li vir de got, "Em ne tenê mirovên li vê derê tesmîl dikin. Em bi mîlyonan mirovan temsîl dikin." Dîcle diyar kir, ew ji ber mala Ocalan lê ji dayik bûye hezar silavî ji Îmraliyê re dişînin û got, "Hûn her bijîn Serok Apo." Dîcle şehîdên Amarayê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag bi rêzdarî bibîr anî û got, "Êdî vîna gelê Kurd misoger e. Gelê Kurd êdî Birêz Ocalan weke lîderê xwe yê stratejîk dibîne. Vê yekê dewlet jî dizane."
'OCALAN LÎDERÊ AŞTIYÊ YE'
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle da xuyakirin, ku di bin navê siyaseta Tirkkirinê de Kurd her tim li polîtîkayên asîmîleyê rast hatin û got, "Her tim hewl dan vî gelê azadiyê dixwaze, bikin kole. Şêx Seîd, Seyît Riza û herî dawî Rêber Apo nîşana eşqa gelê Kurd a ji bo azadiyê ye. Lê belê ti kesî mîna Serok Apo di dil û mejiyê gelan de cih negirtiye. Birêz Ocalan ti carî serî li ber serdestan netewandiye. Rêxistineke têk naçe afirand. Rêxistineke berxwedanê ya gelekî mezin afirand. Birêz Ocalan weke afirînerê aştiyê ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê bû lîderê jiyaneke siyasî ya biratî, aştî û azadiyê. Em îro dikarin sîstema li Rojava mînak nîşan bidin. Lîderê jiyana sosyalîst û jiyana demokratîk e."
'WE ÇIMA MASE QELIBAND?'
Der barê gotina 'Eger PKK çekê deyne' ya Davûtoglû de Dîcle wiha axivî: "Baş e Serokwezîr, eger gotinên di mutabaqata Dolmabahçeyê de cih digirin bi cih bihatina anîn, me yê pêngaveke mezin bavêta. Baş e we çima mase qeliband? Gel li bendê ye ku hûn bersivê bidin vê pirsê. Lê tevî van hemûyan wê dîsa jî bê nirxandin. Eger hûn bi rastî jî samîmî ne hûnê di çarçoveya paradîgmaya Ocalan de çareseriyê pêk bînin. Ji aliyê gelê Kurd ve pirsgirêk nîne. Bi vî rengî em aştiyê bidin tevahiya gelên Rojhilata Navîn, ne tenê gelên Tirkiyeyê. Bi hêviya ku rojbûna sala bê bi beşdariya bi mîlyonan were pîrozkirin, hêvîdarim ev roj bibe wesîleya aştiyê."
Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Nêzîkatiya li Ocalan sedema şer û aştiyê ye" û "Bijî Serok Apo" qediya.