Gel diherike Amarayê
Tevî dorpêçî û zextên dewleta Tirk jî, gelê Kurd bi wesîleya 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diherike gundê Amara yê navçeya Riha Xelfetiyê.

Di nava kesên ji bo pîrozbahiyê xwe gihandine Amarayê de, tevî welatiyên ji taxê derdorê Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, rêveberên TUHAD-FED'ê, Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu, Osman Baydemîr, Gulser Yildirim, Mahmût Togrûl, Feleknas Ûca, Behçet Yildirim, Muslum Dogan, Dîlek Ocalan û rêveberên HDP-DBP'ê yên bajar û navçeyên Rihayê, hene.
Mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye bi wêneyê mezin ê Ocalan û alên PKK-KCK'ê hat xemilandin. Pîrozbahiyên rojbûnê yên li vir dewam dikin. Gel li hewşa malê distirê û govendê digerîne. Bênavber dirûşmên "Silav silav ji Îmraliyê er hezar silav", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye" û "Rojbûnat e pîroz be ey Serok Apo" tên qîrîn.
Tê payîn piştî çend saetên din, bi wesîleya 67 saliya Ocalan daxuyaniye ji çapemeniyê re bê dayîn.