'Me careke din li salên 90'î vedigerînin'

Li Botanê ku polîtîkayên qirkirinê yên dewletê lê dewam dikin, yek ji gundên di çarçoveya konsepta 'têkoşîna li dijî terorê' ya dewletê de hat şewitandin û xerakirin, gundê Bêgurzan ê Şirnexê ye.

Li Botanê ku polîtîkayên qirkirinê yên dewletê lê dewam dikin, yek ji gundên di çarçoveya konsepta 'têkoşîna li dijî terorê' ya dewletê de hat şewitandin û xerakirin, gundê Bêgurzan ê Şirnexê ye. 

Yek ji mirovên wî gundî Ahmet Erk bû, ku di Şerê Çanakkaleyê de cih girtibû û di şer de birîndar bûbû. Di sala 1992'an de leşkeran bi îdîaya 'PKK'yiyan ji pişt mala wî êrîşî wan kirin' Erk xistin hundirê xanî, derî lê girtin û agir berdan mala wî. Erk wê çaxê 98 salî bû.

Bi awayekî zindî di nava mala xwe de ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin. Malbata Erk jî piştre dest bi koçberiyê kir û berê xwe da navenda Şirnexê. Piştî êrîşên qirkirinê jî ji neçarî koçî bajarokê Gundikê Melê kir.

Hevsera Ahmet Erk Lale Erk a 95 salî da xuyakirin, ku her çend 24 sal di ser re derbas bûne jî polîtîkayên li hemberî Kurdan neguherîne û bûyera di 25'ê Tebaxa 1992'an de qewimî bi vî rengî vegot: "Leşkeran avêtin ser gund. Bênder, kon û mala me şewitandin. Em ji malê reviyan, lê Ahmet nesax bû û di nava ca de bû. Nikarîbû rabe ser xwe û bê. Leşker ketin hundirê malê û xanî şewitandin. Ji şibakeyan agir derdiket. Ew agir hînê dilê min dişewitîne. Hevserê min di nava wî agirî de xwe gihand heta ber derî, lê şewitî. Zibilê li ber derî li agir kir û bi vî rengî vemirand. 5 mehan tedawî dît, lê piştre jiyana xwe ji dest da."

Erk diyar kir, nêrîna dewletê ya li gelê Kurd ti carî neguheriye û anî ziman, şewitandina mirovan li jêrzemînên li Cizîrê, wehşeta sala 92'an careke din aniye bîra wê.

Kurê Erk Omer Erk (50) ê di salên 90'î de ji ber ku sîstema cerdevaniyê qebûl nekir, hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Omer Erk qala îşkenceya 21 rojan li wî û birayên wî hat kirin, kir. Erk da xuyakirin, ku tevî vê îşkenceyê jî ew nebûne cerdevan û got, "Em nebûn cerdevan û neçar man koçî Şirnexê bikin. Dewletê gelek caran di bin navê 'mexdûrê terorê' de pêşniyara tazmînatê kir. Lê ji ber ku em mexdûrê terora dewletê ne, me serlêdan nekirin. Îro dewlet careke din me li salên 90'î vedigerîne."