KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Rojavayî ji bo Ocalan dimeşin
Di çarçoveya meşa 4'ê Nîsanê ya YCR a ji Girkê Legê destpê kir de, ciwanan danê vê sibehê berê xwe dan gundê Endîwerê yê li ser sînorê Cizîra Botan. -
Botan: Rojbûna Rêbertî dengê azadiyê ye
Ji fermandarên YJA Starê yên Mexmûrê Rengîn Botan got, "Ji bo gelên bindest rojbûna Rêbertî sembolek e. Îro dengê hêvî, azadî û jiyana nû ye." -
Berxwedana li gundê Terolar dewam dike
Berxwedana Kurdên Elewî ya li gundê Terolarê dewam dike. Bi hezaran kes tên ber konê nobedê. -
5 cenaze ji Sûrê hatin derxistin
Hat îdîakirin ku ji binê xirbeyên li Sûrê 5 cenaze hatine derxistin û ber bi Elezîzê ev hatine şandin. -
'Gelê me yê Sûrê ji bo bêhtir mexdûr nebe divê bi komîsyona hiqûqê bişêwire'
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, ji bo mexdûriyet mezintir nebe bang li gel kir ku bi komîsyona hiqûqê ya hatiye avakirin re tevbigere. -
KCD û HDP'ê gel vexwend Amarayê
Siyasetmedar û hilbijartî li ber mala Ocalan lê ji dayik bû li hev civiyan. Li ser navê hilbijartiyan Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder axivî. -
Li Nisêbînê terora AKP'ê: Xebatkarê Şaredariyê hat qetilkirin
Personelê paqijiyê yê Şaredariya Nisêbînê Mehmet Pîtek (40) ê li taxeke Nisêbînê ya şer lê nîne dima, dema li ber deriyê mala xwe rûniştî bû bi guleyên ji maşîna zirxî hatin reşandin, hat qetilkirin. -
Êrîşa li hemberî Şêxmeqsûd: Zarokek hat qetilkirin
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, di êrîşa duh (2'ê Nîsanê) ya çeteyan a li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê de zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da, 4 sivîl jî birîndar bûn. -
Li Şirnexê êrîş, berxwedan û sewqiyat dewam dikin
Li Şirnexê, ku terora dewletê di roja 20. de ye, bomberdûman dewam dike. Ji ber bomberdûmanê gelek xanî û cihên olî zerar dîtin. Sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve jî dewam dike. -
Rêwîtiya ji Amedê ber bi Amarayê ve destpê kir
Ji bo tevlî çalakiya li Amarayê ya bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin, girseya gel ji Amedê berê xwe da Rihayê. -
'Xweza me xwedî dike, em xwezayê diherimînin'
Li Êlihê di salên dawî de bi zêdebûna nifûsa bajêr re, avêtî bêyî ji hev bên neqandin yekser tên avêtin. Wekî din, ji ber ku Parzûngeha Êlihê TPAO avêtiyên kîmyewî davêje sergoryê bajer, ev herêm gefê li jiyanê dixwe. -
Dîcle: Mirovahî hînê bi qîmetê Ocalan ne hesiya ye
Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven bang li hemû gelên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin kirin, ku di 4'ê Nîsanê de li gundê Amara bin. -
Li Geverê bomberdûman dewam dike
Li Geverê, berxwedana xwerêveberiyê di roja 22. de ye. Bomberdûmana duh bi şev li hemberî taxên Cûmhûriyet, Orman û Gungorê zêde bû, hînê dewam dike. -
Hêzên dewleta Tirk êrîşî goristanê kirin
Hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedana gel a li Nisêbînê bişikînin, êrîşî goristana li taxa Girêmîra ya 10 kîlometre dûrî navçeyê ye kirin û kevirên gorên gerîlayan şikandin. -
25 ciwanên Êzidî tevlî nava YBŞ'ê bûn
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) her mezin dibe. 25 ciwanên din ên Êzidî bi merasîmekê tevlî nava refên YBŞ'ê bûn. -
Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime.
Li Nisêbînê di roja 21. a berxwedanê de êrîşên dewleta Tirk zêde bûn. Li taxên berxwedanê şerekî dijwar diqewime. -
Çeteyên KNS û ENKS'ê hawan avêtin Efrînê
Komên çete yên ser bi qaşo Koalîsyona Neteweyî a Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê, bi hawanan êrîşî gundê Celemê yê navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. -
El Kurdî planên kirêt ên Tirkiyeyê yên li ser Heleb, Efrîn û Ezazê vegot
Berpirsyarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ahmed El Kurdî bal kişand ser planên kirêt ên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û destnîşan kir, gelek komên çete yên li herêmê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin û şerkirin. -
Li Geverê 4 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di şerê li Taxên Cûmhûriyet û Gungorê yên navçeya Gever a Colemêrgê de cenazeyên 4 çeteyên Qesrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. -
Gerîlayê HPG’ê Dogrûel li Elezîzê hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Îskender Dogrûel (Mazlûm Palû) ku di şerê li Belenê de jiyana xwe ji dest dabû li Elezîzê hate definkirin. -
Sarincên ji bo Cizîrê ji aliyê çeteyên Qesrê hatin desteserkirin
120 sarincên di çarçoveya kampanyaya “Sarincek, cilşoyek” ku bi armanca piştevaniya bi gelê Cizîrê re hate destpêkirin, hatin komkirin û ji navçeyê re hatin şandin, ji aliyê çeteyên Qesrê di ketina navçeyê de hatin desteserkirin. -
Li Nisêbînê hejmara miriyên çeteyên Qesrê gihişt 6’an
Hejmara kuştiyên çeteyên Qesrê yên ku dema xwestin bikevin maleke ya li Taxa Firat a Nisêbînê di teqîna pêk hat de mirin, gihişt 6’an. -
Çeteyên Qesrê taxên berxwedanê yên Geverê bombe dikin
Hêzên dewletê yên li navçeya Gever a Colemêrgê li berxwedanê ketin, mizgeft, dibistan û bi dehan malên li taxên berxwedanê dan ber bomberdûmanên tank û topan. -
Li Nisêbînê 4 tîmên taybet mirin
Hate diyarkirin ku 4 tîmên taybet ên ku di bin xirbeyên malê de mabûn mirin. -
Li Taxa Qilêdar a Licê şer
Li Taxa Qilêdar a girêdayî navçeya Licê ya Amedê tê gotin ku di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkeran de şer derketiye.