BI DÎMEN

KCD û HDP'ê gel vexwend Amarayê

Siyasetmedar û hilbijartî li ber mala Ocalan lê ji dayik bû li hev civiyan. Li ser navê hilbijartiyan Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder axivî.

Hevserokên KCD Hatîp Dîcle û Leyla Guven, parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Osman Baydemîr, Alîcan Onlu û Dîlek Ocalan, hevserokên HDP-DBP ên Rihayê Sevda Çelîk û Hîdayet Enmek, rêveberên TUHAD-FED'ê yên bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin taxa Amara ya navçeya Riha Xelfetiyê, ji bo qedexe, dorpêçî û pêkanînên rewşa awarte yên Walîtiya Tirk a li Rihayê şermezar bikin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê siyasetmedarên li ber xaniyê Ocalan lê ji dayik bûye li hev civiyan parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder axivî. Onder da xuyakirin, ku di dema herî dijwar a zilm û şîdetê de jî gelê Kurd di her 4'ê Nîsanê de herikiye Amarayê û destnîşan kir, gelê Kurd di şexsê Abdullah Ocalan de dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadî û demokrasiyê re, bi rengê şahiyekê nîşan dide.

EM BI RÊVEBERIYEKE DARBEYÊ RE RÛ BI RÛ NE

Onder diyar kir, dewlet li hemû gund û taxan digere, gefê li gel dixwe û got, "Dewlet bi paneran û TOMA'yan operasyoneke mezin a psîkolojîk dimeşîne û gefê li gel dixwe ku eger biçin Amarayê wê bûyer derkeve. Lê dema dîtin ev bi kêr nayê, rabûn hemû rêyên ber bi Amarayê, mîna serdema darbeyê bi polîsên tîmên taybet û leşkeran girtiye. Yê ku hatiye tecrîdkirin ne tenê Ocalan, di şexsê Ocalan de tê xwestin vîna gel bê şikandin. Heta niha ev bi kêr nehat, wê bi kêr neyê."

BI TIRS Û GEFAN NEXAPIN

Onder da xuyakirin, ku çare hatina mirovan a vê derê, bilêvkirina vîna xwe bi rengî aştiyane û demokratîk e û destnîşan kir, ku pîrozbahiyên Amarayê bi wesîleya cejna azadî û aştiyê tên pîrozkirin. Onder bang li gel kir ku bi operasyonên psîkolojîk nexape û got, "Dixwazim ji Waliyê ku kaxizek xistiye destê me re tiştekî bêjim. Ev pêkanîneke hiqûqî nîne. Qedexe parçe dike, azadî dike yek. Yên ku heta roja îro ev pîrozbahî lidar xistin, serî li helwesteke biçûk a derveyî aştiyane nedane. Bi qedexekirina xwepêşandanên aştiyane re hûn berê mirovan dide cihên cuda. Ev naşibe axaftina Davûtoglû ya ji 500 kesên li hewşa mizgeftekê li hev civandiye. Pratîk ev der e. Li cihekî ku mafê çûn û hatinê yê mirovan hatiye astengkirin de hûn nikarin hema ji ber xwe ve biçin bi wî rengî baxivin."

DIVÊ HER KES TECRÎDÊ ŞERMEZAR BIKE

Onder herî dawî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, "em ji gelên Tirkiyeyê, rêxistinên civakî yên sivîl, hêzên demokrasî û kedê hêvî dikin ku ji bo aştiyê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin."