Rêwîtiya ji Amedê ber bi Amarayê ve destpê kir

Ji bo tevlî çalakiya li Amarayê ya bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin, girseya gel ji Amedê berê xwe da Rihayê.

Gelê Amedê ji bo 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bike û beşdarî bernameya pîrozbahiyê ya li Amarayê bibe, ji Amedê berê xwe da Rihayê. 

Çend roj berê rêxistinên DBP û HDP'ê bang li welatiyan kiribûn ku li ber avahiyên rêxistinên wan ên bajar û navçeyên kom bibin. Li ser vê bangê welatiyên hatin ber avahiyên HDP û DBP'ê kom bûn, bi wesayîtên xwe û wesayîtên bi derfetên xwe kirê kiribûn berê xwe dan Rihayê. 

Bi sedan welatiyên di nav de zarok, kal, pîr û ciwan hebe bi cilên xwe yên herêmî bi wesayîtan berê xwe dan navçeya Xalfetî ya Rihayê. 

Welatiyên bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" ji cihên cuda bi rê ketin.