Li Êlihê di salên dawî de bi zêdebûna nifûsa bajêr re, avêtî bêyî ji hev bên neqandin yekser tên avêtin. Wekî din, ji ber ku Parzûngeha Êlihê TPAO avêtiyên kîmyewî davêje sergoryê bajer, ev herêm gefê li jiyanê dixwe.
FERHAT ARSLAN
ÊLIH / ANF
yekşem, 3 avrêlê 2016, 09:40
Li Êlihê di salên dawî de bi zêdebûna nifûsa bajêr re, avêtî bêyî ji hev bên neqandin yekser tên avêtin. Wekî din, ji ber ku Parzûngeha Êlihê TPAO avêtiyên kîmyewî davêje sergoryê bajer, ev herêm gefê li jiyanê dixwe.
Serokê Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê Recep Kavûş li ser mijarê agahî da ANF'ê û destnîşan kir, ku divê avêtî ewilî li febrîqeya vegerînê bê neqandin û dûre were avêtin.
Kavûş ragihand, ji bo ji nû ve vegerandina sergoyê bajêr ê li quntarên Çiyayê Ramanê tê berhevkirin, pêwîste febrîqeya avêtiyên hişt bê avakirin û got, "Ji xwe êdî li welatên pêşketî, li navendên avêtiyên çopê yên hişk, elektrîk tê hilberîn. Li şûna çikandina çavkaniyên avêt, mirov dikarin ji çopê enerjiyê peyda bikin. Her wiha li şûna yekser avêtina çopê, eger febrîqeya vegerê bê avakirin û çop bi hesin, plastîk, kaxiz û êzingan ji hev bê cudakiri, wê ya mayî jî di nava axê de bihele. Hingî hawirdor wê gemarî nebe. Di vî warî de Êlih hinekî li paş maye. Divê ev tedbîr tavilê werin girtin."
Kavûş di vî warî de bal kişand ser girîngiya baldarî û hişyariya civakê û got, "Mesela eşyayên malê davêjin çopê, ku divê ev neyê avetin. Hem birina van eşyayan hem jî li cihê bê avêtin, pirsgirêk e. Çi tiştên dikarin dîsa bên vegerandin, tên avêtin. Pêwîste hem gelê me hem jî şaredarî di vî warî de derhal tedbîran bigirin. Li aliyê din ji ber ku Parzûngeha Êlihê TPAO avêtiyên kîmyewî davêje sergoryê bajer, ev herêm gefê li jiyanê dixwe. Divê rayedar jî tavilê tedbîrê bigirin."