Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime.
Li Nisêbînê di roja 21. a berxwedanê de êrîşên dewleta Tirk zêde bûn. Li taxên berxwedanê şerekî dijwar diqewime.
Li Nisêbînê di roja 21. a berxwedanê de êrîşên dewleta Tirk zêde bûn. Li taxên berxwedanê şerekî dijwar diqewime.
Berxwedana li Nisêbînê ku di roja 21. de ye, kêlî bi kêlî mezin dibe.
Bomberdûmana li hemberî taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê yên bi şev destpê kir, bênavber dewam dike.
Êrîşên li hemberî taxên Zeynelabîdîn û Kişla jî zêde bûn.
Çeteyên Qesrê dor li taxên berxwedanê girtine û guleyan lê direşînin.
Di navbera çeteyên Qesrê û hêzên YPS û YPS Jinê de li taxên berxwedanê şerekî dijwar diqewime.