Berxwedana li gundê Terolar dewam dike

Berxwedana Kurdên Elewî ya li gundê Terolarê dewam dike. Bi hezaran kes tên ber konê nobedê.

Çalakiya nobeda berxwedanê ya 10 roj berê li taxa Terolar a navçeya Mereş Dûlkadîrê hat destpêkirin, bi serdanan dewam dike. Danê vê sibehê bi hezaran kes hatin qadê û destek dan berxwedanê. Endama KJA'yê Sebahat Tûncel, hunermend Pinar Aydinlar, Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Endamê Desteya Rêveber a Weqfa Çandê ya Anatolî ya Haci Bektaşi Velî Bulent Gultekîn, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal û gelek rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl qada berxwedanê ziyaret kirin. Ewlekariya qadê jî ji aliyê endamên Platforma Jiyanê ya Mereşê ve tê kirin. Di vê navberê de tevlîbûna gel a li çalakiyê roj bi roj mezin dibe.