BI DÎMEN

Botan: Rojbûna Rêbertî dengê azadiyê ye

Ji fermandarên YJA Starê yên Mexmûrê Rengîn Botan got, "Ji bo gelên bindest rojbûna Rêbertî sembolek e. Îro dengê hêvî, azadî û jiyana nû ye."

Ji fermandarên YJA Starê yên Mexmûrê Rengîn Botan got, "Ji bo gelên bindest rojbûna Rêbertî sembolek e. Îro dengê hêvî, azadî û jiyana nû ye."

Botan diyar kir, nabe ku ew Ocalan bi tenê weke şexsekî binirxînin û got, "Rêbertî saziyek e. Lewma rojbûna Rêberê me nabe ku weke rojbûna kesekî ji rêzê bê nirxandin. Ev yek ji bo hemû gelan tê wateya hêviya azadiyê. Ji bo gelên bindest rojbûna Rêbertî sembolek e. Îro dengê hêvî, azadî û jiyana nû ye. Agahiya li ser ronîbûna vê xakê ye."

'ROJBÛNA RÊBERÊ ME JI NÛ VE ROJBÛNA JINÊ YE'

Botan da zanîn, 4'ê Nîsanê ji bo jinan xwedî wateyeke cuda ye û got, "Ji bo jinê rojbûna Rêberê me watedar e. Yê ku jin li rastiya xwe, li cewhera xwe vegerand û berê wê da azadiyê Rêberê me ye."

Botan bibîr xist, ku diyarê Ocalan lê ji dayik bûye weke diyarê pêxemberan tê pênasekirin û got, "Pêemberî, kêmkirina êşa gelan e, anîna edaletê ye. Lewma Rêberê me pêngaveke pêxemberî avêt û li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bû xwedî cihekî watedar. Di 4'ê Nîsanê de li Rihayê jiyaneke nû, lêgerîneke nû û pêngaveke mezin ji dayik bû."

Botan destnîşan kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe bi her demî bidomînin.

Botan di dawiya axaftina xwe de 4'ê Nîsanê li gelê kurd û hemû gelên bindest pîroz kir.