25 ciwanên Êzidî tevlî nava YBŞ'ê bûn

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) her mezin dibe. 25 ciwanên din ên Êzidî bi merasîmekê tevlî nava refên YBŞ'ê bûn.

25 ciwanên din ên Êzidî ji akademiya Derwêşê Evdî, ji dewreya Şehîd Întiqam mezûn bûn. Di merasîma mezûnbûnê de Fermandara YJŞ’ê Zelal Cemal, Fermandarên YBŞ’ê Rêber Şengalî û Çekdar Şengal jî amade bûn. 

Rêber Şengal di merasîmê de axivî û got: "Em ê li ser şopa hevrêyên xwe bimeşin. Hevalên vê dewreya perwerdeyê wê bibin şopdarên hevalên ku bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Her wiha wê tola jinên ku di destê DAIŞ’ê de ne bigirin û wan rizgar bikin. Wek ku serokatiya me jî behs dike; azadiya jinê azadiya tevahiya civakê ye."
 
Fermandarê YBŞ’ê Rêber Şengalî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste her şervanek bi ruhê berxwedanê berê xwe bide qadên têkoşînê.
 
Merasîma mezûniyetê bi dirûşmeyên 'Bijî Seroka Apo', 'Bê Serok Jiyan Nabe' û 'Şehîd Namirin' bi dawî bû. 

Şervanan her wiha piştî merasîma leşkerî berhemên hunerî pêşkêş kirin û govend gerandin.