BI DÎMEN

'Gelê me yê Sûrê ji bo bêhtir mexdûr nebe divê bi komîsyona hiqûqê bişêwire'

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, ji bo mexdûriyet mezintir nebe bang li gel kir ku bi komîsyona hiqûqê ya hatiye avakirin re tevbigere.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, ji bo mexdûriyet mezintir nebe bang li gel kir ku bi komîsyona hiqûqê ya hatiye avakirin re tevbigere.

Li hemberî biryara desteserkirina navçeya Amed Sûrê ya di bin navê 'cemawerîkirina lezgîn' de ji aliyê dewletê ve tê kirin, nerazîbûn zêde dibin. Welatî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li dijî vê derdikevin, ji bo pêşî li vê yekê bigirin, di nava hewldanan de ne. Di çarçoveya van hewldanan de ji bo pêşî li mexdûriyeta gel bê girtin û alîkariya hiqûqî were dayîn, komîsyonek hat avakirin.

Serokê ÎHD Şaxê Amedê Racî Bîlîcî nerazîbûn nîşanî biryara dewleta AKP'ê ya 'cemawerîkirina lezgîn' da û der barê xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina li mexdûriyeta gel de agahî da.

Bîlîcî da xuyakirin, ku bi pêşengaiya Baroya Amedê, Komîsyona Hiqûqê ya ji bo Sûrê ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, Komîsyona Hiqûqê ya Komeleya Mafên Mirovan, Komîsyona Hiqûqê ya Şaredariya Bajarê Mezin, Odeya Mîmaran, Odeya Endezyaran û Endezyarên Ode û Nexşeyê hatiye avakirin.

Bîlîcî got, "Komîsyona me wê ji 4'ê Nîsanê roja Duşemê û pê ve li avahiya berê ya Şaredariya Sûrê xizmetê bide gel. Ev komîsyon wê agahiyan bide, desteka hiqûqî pêşkêş bike û hewl bide mexdûriyetê di dema herî nêzî de çareser bike. Banga min li gelê me ew e, ku ji bo hîn bêhtir mexdûr nebin bi hevalên me yên di komîsyona hiqûqê de cih digirin bişêwire û bi wan re tevbigere. Ji ber ku agahiyên teknîkî, hiqûqî û berfireh hene. Eger bi tena serê xwe tevbigerin, dibe ku mafên xwe winda bikin û bêhtir zerarê bibînin. Eger em anxwazin mirovên me rastî rewşeke nebaş bê, hingî divê bi hevalên me yên li komîsyonê re hevdîtinê bikin. Ji ber ku rewşa li Sûrê bi tenê xwediyê milkan eleqedar nake, tevahiya bajêr eleqedar dike. Lewma divê hesasiyet di asta herî bilind de were nîşandan."