5 cenaze ji Sûrê hatin derxistin

Hat îdîakirin ku ji binê xirbeyên li Sûrê 5 cenaze hatine derxistin û ber bi Elezîzê ev hatine şandin.

Li navçeya Amed Sûrê, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin û wêrankirin, rakirina xirbeyên xaniyan dewam dike. Hat îdîakirin ji binê van xirbeyan 5 cenaze hatine derxistin. Hat ragihandin, 2 wesayîtên rakirina cenazeyan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 5 cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê. Agahiya li ser rakirina cenazeyan îro danê sibehê ji rêveberên MEYA-DER Şaxê Amedê re hat dayîn.

Li aliyê din, ji welatiyên tê gotin piştî binçavkirinê birine taxên dorpêçkirî yên li Sûrê û li van deran hatine înfazkirin, li ser yekî mêr nasnameya bi navê Seyda Cegerxwîn Ozbek derketiye.