Li Geverê bomberdûman dewam dike

Li Geverê, berxwedana xwerêveberiyê di roja 22. de ye. Bomberdûmana duh bi şev li hemberî taxên Cûmhûriyet, Orman û Gungorê zêde bû, hînê dewam dike.

Li navçeya Şirnex Geverê, berxwedana xwerêveberiyê di roja 22. de de ye. Hêzên dewleta Tirk ên nikarin berxwedana YPS û YPS Jinê bişikînin, ev sê roj in taxan bi dijwarî bombe dikin. Bi tankên ji Fermandariya Tumenê, Tabûra Efeler û li ser rêya Şemzînanê, hawan, obus û topan ji duh bi şev û vir ve davêjin taxên Cûmhûriyet, Gungor û Ormanê.

Bomberdûmana li hemberî van taxan dewam dike. Her wiha li hin cihan teqînên dijwar rû dan. Li navçeyê tafîka ambûlansan û tevgera hewayî her dewam e.

Li aliyê din, di ser kolana Îpekyolû re gelek maşînên zirxî û kepçeya zirxî ber bi taxan ve hatin sewqkirin. Li hemberî bomberdûman û êrîşên dijwar, berxwedana hêzên YPS û YPS Jin a li taxan dewam dike.