Dîcle: Mirovahî hînê bi qîmetê Ocalan ne hesiya ye
Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven bang li hemû gelên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin kirin, ku di 4'ê Nîsanê de li gundê Amara bin.
Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven bang li hemû gelên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin kirin, ku di 4'ê Nîsanê de li gundê Amara bin.
Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven bang li hemû gelên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin kirin, ku di 4'ê Nîsanê de li gundê Amara bin.
Hevserokên KCD'ê Dîcle û Guven ên bi wesîleya 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine gundê Amara, li ser wateya rojbûna Ocalan ji bo gelan ji ANF'ê re axivîn.
Dîcle diyar kir, ji ber dema dirêj a ragirtina li girtîgehê, herî dawî di sala 1993'an de ji ber wefata Dayika Ocalan Uveyş Ocalan ew hat Amarayê û anî ziman, ku piştî demeke ewçend ew kêfxweş e li gundê Ocalan lê ji dayik bûye.
Dîcle da zanîn, mîna hemû Rêberên dîrokî Ocalan jî niha di wê astê de ye ku qîmete wî ji aliyê mirovahiyê ve bi têrkerî nayê zanîn û anî ziman, parêzname û nêrînên Ocalan ên bi gelek zimanan hatine tercûmekirin êdî bûne malê gelên cîhanê.
Dîcle destnîşan kir, ku Ocalan wê mîna Rêberên dîrokî yên beriya bi hezaran salan jiyan, bi minetdariyeke mezin wê were bîranîn û anî ziman, bi demê re Ocalan hîn bêhtir li nava gelan cih digire, li çar parçeyên Kurdistanê nêrîn û stratejiyên wî bi hurmeteke mezin tên pêşwazîkirin. Hevserokê KCD'ê Dîcle diyar kir, rêberekî mezin ê di vê astê tê qebûlkirin, kêm caran tê dîtin û got, "Di vê çarçoveyê de dikare were gotin ku gelê Kurd bi qîmetê Birêz Ocalan hesiya ye û bi gotina 'Bijî Serok Apo' ev yek ji xwe re kiriye dirûşme. Li dora nêrîn û Rêbertiya wî ya stratejîk de li hev civiya ye û têkoşîn gihandiye roja îro."
Dîcle di dewama axaftina xwe de got, "Gelê me dixwaze hemû bendên li her derê derdikevin pêşiya xwe bişikîne û xwe bigihîne Amarayê. Ev yek nîşaneyeke mezin a dilsoziya gelê me bi Birêz Ocalan û azadiya wî re ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê van bendên ne însanî ne hiqûqî û ne qanûnî bi berxwedana xwe ya demokratîk re ji holê rake."
'JI BO JINÊN KURD CIHÊ OCALAN GELEKÎ CUDA YE'
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî bibîr xist, ku ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê girseyên gel bi rê ketine û destnîşan kir, rojbûna Ocalan ji bo gelê Kurd, gelên têkoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê dimeşînin, gelekî girîng e.
Guven da zanîn, tevî hemû astengî û provokasyonan jî ew li Amarayê ne û ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan li benda gelan e ku bên gund. Guven got, "Di herikîna dîrokê de gelek astengî û qedexe bi berxwedanên gel re hatine şikandin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên ji bo qedexekirina pîrozbahiyên rojbûna Rêbertî, ji bo gelê Kurd û gelan ti wateya xwe nîne. Berdêla xwe çi dibe bila bibe wê gel di roja rojbûna Rêbertî de xwe bigihîne Amarayê. Ji bo jinên Kurd cihê Birêz Ocalan gelekî cuda ye. Ji ber ku beriya perspektîf û felsefeya Rêbertî ya têkildarî azadiya jinê, jina Kurd di nava gel de ne li cihê hêjayî wê bû. Lê belê bi felsefeya Birêz Ocalan re rêya azadiya jinê, vîna wê derket holê. Weke jinên Kurd em jî azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin. Jinên Kurd wê ji sedî sed xwe bigihînin Amarayê. Em jî dibêjin; meşa wan pÎroz e û divê ti carî ji vê meşa xwe venegerin. Di vê çarçoveyê de wê ji sedî sed bi ser kevin."