Berpirsyarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ahmed El Kurdî bal kişand ser planên kirêt ên Tirkiyeyê yên li ser herêmê û destnîşan kir, gelek komên çete yên li herêmê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin û şerkirin.
Berpirsyarê Giştî yê Ceyş El Siwar Hecî Ahmed El Kurdî, êrîşên bombeyî yên Tirkiyeyê yên li hemberî derdora Efrîn, Heleb û Ezazê, ji ANF'ê re nirxand.
'DIXWAZE DAIŞ'Ê NÛ BIKE'
El Kurdî têkildarî mijarê agahiyên girîng da û ev nirxandin kir:
"Li herêmê hin komên li ser navê Tirkiyeyê tevdigerin hene, ku ev kom ji DYA jî destekê dibînin. Tirkiye van koman bi rê ve dibe û planan ji wan re derdixîne. Yê ku van koman hemûyan bi rê ve dibe, dide şerkirin, perspektîf û fermanan dide efserekî Tirk ê bi navê Mûstafa ye. Navî vî efserî di nava van çeteyan de Ebûl Fûrkan e. Bi vî wî rengî tê naskirin. Ev efser ji Enqereyê van koman bi rê ve dibe. Wezîfeya li bajarê Helebê û derdora wê, ji vî efserî re hatiye dayîn. Berpirsyariya çeteyên gundên me, xaka me, gorên mezinên me talan û dagir dikin, radestî vî şexsî hatiye kirin.
Tirkiyeyê di salê dawî de gelek yekîne li herêmê ava kir. Herî dawî yekîneyek ava kiribû, bi navê lîwa El Hamza. Serkêşê Lîwa El Hamza efserekî Tirkmen ê ser bi Tirkiyeyê ye. DYA jî destekê dide vê komê. Koma bi navê Sûltan Mûrad êdî bêhn jê tê. Maskeya vê komê ket. Ji aliyê her kesî ve hat fêmkirin bê kî ne. Dema ev zelal bû, hingî komeke nû ya bi navê Lîwa El Hamza ava kirin. Komeke bi navê Feylak El Şam heye. Serkêşê vê komê jî kesekî bi navê Yaser Abdûrrahîm e ku dema di nava artêşa Sûriyeyê de serheng bû, ji artêşê qut bû. Li ser navê vê komê ev şexs timî daxuyaniyê dide. Hemû daxuyaniyên vî şexsî jî ji Tirkiyeyê tên dayîn û li dijî me tên dayîn. Li herêmê bi navê Lîwa El Hamza û Sûltan Mûrad tevdigere. Lê belê hêza esasî hêza ji derve tê ye. Yanî Feylak El Şam e. Feylak Şam Ceyş Fetîh, koma Îdlîb girtibû. Ya li Helebê jî cih girt, ev kom bû. Feylak Şam yek ji komên herî girîng e. Yaser Abdûrrahîm fermandarê giştî yê van e. Mûhammed Hişpal berpirsyarê giştî yê van e.
'TIRKIYE KOMÊN LI EZAZÊ BI GEF Û PEREYAN DIDE ŞERKIRIN'
Komên niha li Ezazê ne xwedî çîrokên balkêş in. Komên ku berê ji xwe re li cihekî ewle digeriyan û xwe li Tirkiyeyê girtin e. Dewleta Tirk pere dide van koman û bi zorê wan dide şerkirin. Tirkiye bi gefa 'ya hûnê li hemberî Kurdan û gelên herêmê şer bikin, yan jî em ê we biqewirînin' van koman dide şerkirin. Derfetên wan ên terikandinê nîne. Ji ber ku xwe kirine hewcedarê Tirkiyeyê. Bi zorê li hemberî me didin şerkirin. Komên ji Îdlîb û Hûmûsê jî di nava van koman de hene.
Herî dawî Tûgaya 99. hatibû. Ev kom jî ji bo li hemberî me bide şerkirin anîn. Û niha li hemberî me şer dike. Yanî yek ji komên li Şêxmeqsûd (Taxa Kurdan a li Helebê) li dijî sivîlan komkujiyê dikin e.
'TIRKIYE SIVÎLAN JÎ BI KAR TÎNE'
Tirkiye ji aliyekî ve bi pere û gefê van koman dide şekirin, li aliyê din jî bi polîtîkayên kirêt dide şerkirin. Tê bîra we; berî sê mehan dema şer giran bû girseyeke gel hebû koç kiribû û xwe gihandibû Ezazê. Tirkiyeyê derî girt. Sedema girtina derî ne zêdebûna koçberan an jî nebûna derfetên lênêrînê bû. Sedema yekemîn; ji bo li hemberî Ewropayê bi kar bîne, derî girt. Ya duyemîn jî; eger malbatên wan derbas bibûna, wê di nava van koman de şervanên li hemberî me şer bikin, nemaba. Ji ber ku yên koç kirin, malbatên wan bûn. Ji bo şervanan di nava lepên xwe de bigire û li hemberî me bide şerkirin, nehişt koçber derbas bibin. Sivîlan hem li hemberî Ewropayê hem jî li hemberî me bi kar tîne. Lewma derî girt û nehişt derbas bibin. Mafê Tirkiyeyê nîne rabe ji me Sûriyeyiyan re qala 'hezkirina ji Ereban' bike. Ji ber ku Erebên ji aliyê Osmaniyan ve hatine qetilkirin tê zanîn. Yanî hezkirina gel li cem wan nîne. Bi tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Dema karê xwe pê kir jî, li naverastê dihêle. Ji xwe gelek gel qetil kir. Mîna Ereb, Kurd, Ermenî, Asûrî, Suryanî.
'HEWL DIDE GELAN BI HEV BIDE QIRKIRIN'
Ya ku Tirkiye dixwaze li herêma me pêşî lê bigire; zemîna demokratîk a derdikeve golê, hevgirtin, hezkirin û jiyana hevpar a gelan e. Dixwaze vê têk bibe. Dixwaze gelan li hemberî hev rake û bi hev bide qirkirin. Tirkiye ya bi rêveberiya AKP'ê, polîtîkayeke cidî û xetere dimeşîne. Hewl dide vê polîtîkaya xwe jî bi cîhanê re bide qebûlkirin. Ez nizanim bê çiqasî ev polîtîkaya xwe bi hêzên navneteweyî re daye qebûlkirin. Polîtîkayên wan wê bi ser keve yan na, nediyar e. Lê eşkere ye ku polîtîkayên wan gelekî xetere ye. Ji ber ku polîtîkaya wan polîtîkaya qirkirna gelan a li hemberî hev e. Polîtîkaya kûrkirina dijminatiyê ye. Tevdana nakokiyan e.
Ji nava penaberan mirovan dineqîne, wan perwerde dike û li hemberî Kurdan dide şerkirin. Polîtîkaya wan li ser rijandina xwînê ye. Ev yek jî rê li ber hêrs, kîn û dijminatiyeke navbera gelan vedike ku ti carî neyê jibîrkirin. Ji ber ku hewl dide li ser dijminatiya gelan bibe xwedî bandor.
Li ser xeta sînor, li gorî xwe dixwaze 'herêmeke ewle' ava bike. Nafikire ev aramî wê bi kê re û çawa pêk were. Polîtîkaya dimeşîne; xeteke sînor a bê Kurd e. Halbûkî dostê xwe yê rastî Kurd e. Û ew xeta sînor ancax bi Kurdan û gelên li Rojava re aram bibe, bibe herêmek ewle. Lê belê ji ber ku bi mejiyekî desthilatdarî û Îslamperestiya Sûnî û neteweperest tevdigere, ji ber ku dijminatiyê li Kurdan dike, bi vî rengî tevnagere. Li gorî xwe, bi hêzên di bin kontrola xwe de hewl dide li herêmê serdest be. Dema nikare vê bike, hingî dest bi tevlîheviyê dike. Yanî heta jê tê hewl dide herêmê bêîstiqrar bike. Kurdan li pêşiya xwe weke astengiyê dibîne. Lewma her gava Kurd davêje, dixwaze têk bibe û derbê li Kurdan bixe.
'PDK JÎ DIXWAZE DI VÊ SIYASETA KIRÊT DE BIBE XWEDÎ BANDOR'
Li herêmê hin derdorên ku Tirkiye wan weke Tirkmenan bi kar tîne hhene. Hin ji van kesan ev demeke, haya xwe ji polîtîkaya kirêt a AKP'ê çêbûye. Piştî ku pê dihesin helwestê nîşan didin. Hin Kurdên xizan ên bi polîtîkayê, bi tiştekî nizanin bi kar tîne. Mirovên li herêma me xizan in. Ji polîtîkayê jî fêm nakin. Yên ku berê gelê me yê xizan dide lîstikên kirêt Barzaniyî ne. Polîtîkayên wan e. Yanî xeta PDK'ê ye. Li gelemperiya Rojava xeta PDK'ê îflas kir. Ji ber ku polîtîkayeke neserketî meşandin. Polîtîkayek li derveyî berjewendiyên gel meşandin. Gava xeta wan îflas kir, li qadeke karibe xeta xwe bimeşîne geriyan. Û cihekî vekirî ku karibe lê bimeşîne, weke herêma Şehba dît. Yanî vê carê hewl dide xeta xwe li herêma Bab, Ezaz, Cerablûsê bixe meriyetê. Gel xizan e. Ji ber şer ji cih û warên xwe bûye. Pirsgirêkên xwe yên aborî û jiyanê heye. Vî gelê xizan bi pere kom dike û dide şerkirin. Di bin navê 'pêşmergeyê rojava' de hewl didin van bişînin qadê û bidin şerkirin. PDK bi vê siyaseta xwe ya gemarî re li xwe dixwaze li Rojava û Sûriyeyê bi bandor be.
Li herêmê ev kesên navê 'pêşmergeyê rojava' li xwe kirine, niha tûgayek ava kirine. Navê vê tûgayê Firka 31 e. Navê vê komê yê em nas dikin jî Ehfad-i Selahattîn e. Serkêşê vê komê kesekî bi navê Mahmût Xello ye. Navê xwe yê din Ebû Hamza ye. Ev kes ji gundê Qibbesîn e. Kesekî ku li gundê xwe pênc kesan jî silav nedida wî, ye. Di nava me de ji mirovên bi vî rengî dibêje 'yên bêqîmet'. Ji bo vê komê li hemberî me bi kar bînin ava kirne. Berê kesekî bi navê Bessam Haci Mûstafa hebû, gelekî ew bi kar anîn. Gelek mirov bi kar anîn. Heta cihekî bi kar anîn. Piştî ku karê xwe pê qediya pihînek lê dan û avêtin cihekî. Di avabûna komên bi vî rengî de MÎT heye. Ji xwe di bin kontrola MÎT'ê û di bin kontrola mirovên ji aliyê wan ve hatine hilbijartin ve ev kom tên avakirin.
'TIRKIYE DIBE KU DI LÎSTIKA XWE DE GUHERTINAN BIKE'
Ev kom niha bi desteka tank, top û balafirên Tirkiyeyê li xeta sînor bi pêş de diçin. Tirkiye ewilî bi tank, top û balafirên xwe re li gundên li ser sînor dixe û dide valakirin. Dûre ev kom diçin lê bi cih dibin. Niha heta gundên Dûdyan, Xelfetî bi pêş de çûne. Tirkiye niha li pêşberî hêzên navneteweyî lîstikê diguherîne. Plan amade kirine, ku eger di dema pêş de DAIŞ têk biçe, wê endamên xwe li cihekî din bi cih bike. Xeteriyeke bi vî rengî heye. Feyla El Şam, ji Ceyş El Fetîh a berê ye. Ev rêxistin û hêzek ji aliyê Cephet El Nûsra ve hatiye avakirin e. Feyla El Şam komeke niha li wir şer dike, yan jî li hemberî me şer dike ye. Ehrar Şam heye. Ceyş Sûnne heye. Ev kom hemû dikarin bê dehfdan. Ji ber ku ev kom hemû xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê ne. Çend roj berê amadekariya vê kirin. Propagandayeke weke 'bi sedan kes ji DAIŞ'ê qut bûn û tevlî Feyla Şam bûn' kirin. Lê bi tenê kesekî bi tenê qut bûbû. Ev yek nîşan dide ku ji bo derbasbûna dema pêş, ji niha ve amadekarî tê kirin. Xeteriyeke bi vî rengî jî heye; weke ku DAIŞ diqete wê bê dîtin, lê li şûna wê bi dehan DAIŞ wê were avakirin. Herêm bûye navenda siyaseta navneteweyî. Rûs bi çavê Sûriyeyê li herêmê dinêre. Armanca wan, girtina sînor li Tirkiyeyê ye. Lê zehmet e vê bi ser bixînin. Ji ber ku hêza wan a bejahî nîne. Li aliyê hemberî wan DYA heye. DYA li herêmê ji gelek aliyan ve dilîze. Bi Kurdan re di nava têkiliyê de ye, bi 'mûxalefetê' re di nava têkiliyê de ye, bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye. Dest ji Tirkiyeyê bernade. Dixwaze aliyên tund ên Tirkiyeyê bixe nava hevsengiyekê û bi vî rengî kar bike. Kî li herêmê rêxistinbûyî û xwedî pêşdîtinan be, ew ê bi ser keve. Xurtbûna Tirkiyeyê nayê wateya bi ser ketina wê. Yek ji hêzên herî girîng ên cîhanê Rûsya ye, lê ev nayê wê wateyê ku ew ê li wir bibe hêza sereke. DYA jî bi desteka ji hin koman re nayê wê wateyê ku bibe hêz. Yê xwe bi rêxistin bike, bi gel re bibe yek wê xurt bibe. Yê rast bixebite, siyasetê rast bimeşîne wê li herêmê bi ser keve. Ceyş El Siwar yek ji namzetên li herêmê ye. Di nava giloka nakokiyan a li herêmê de ye, lê dixwaze ji nav derkeve. Ev herêm çavkaniya Ceyş El Siwar e. Çavkaniya şervanan, çavkaniya fermandariyê ye. Yanî Ceyş El Siwar hêza vê herêmê, hêza gelê li vir e. Hêzeke ji aliyê hêzên zarokên wê derê ve hatiye avakirin e. Gundên li wê derê gundên endamên Ceyş El Siwar in, xaka wan e.
'GEL ALÎGIRÊ ÇARESERIYÊ YE, TIRKIYE ALÎGIRÊ ŞER E'
Tirkiye dibêje 'ez ê vî tiştî bikim, wî tiştî bikim', lê nikare leşkeran bixîne herêmê. Lê bi hêza MÎT'ê gelekî bi hêsanî dikeve û derdikeve. Tirkiye û welatên din wê vê derê radestî kê bike; rêxistinbûyîneke ku teslîmî wan bike nîne. Ji ber ku zarokên vê xakê û van gundan, ji bo gund û xaka xwe şer dikin. Ev ê tiştekî bi vî rengî qebûl bikin? Tirkiye li gorî xwe xetan destnîşa dike. Lê belê xwediyên vê xakê û van gundan, canê xwe didin. Gelo ev ê planên kirêt û lîstikên Tirkiyeyê qebûl bikin? Eger bi vî rengî dewam bike wê şer bidome. Ya ku Tirkiye dixwaze bike jî dewamkirina şer e.
Herêma me herêma ku hêzên navneteweyî herî zêde li ser kûr dibe ye. Ji ber taybetmendiyên xwe yên stratejîk, leşkerî û dîrokî. Ya yekemîn; xeta Tirkiyeyê ye. Ya duyemîn; qada şoreşê jê destpê kiriye, piştî Deraa. Ya sêyemîn; navenda çavkaniya mirovên di nava şoreşê de cih digirin e. Wekî din kî li vê herêmê b ser keve, wê di polîtîkaya Sûriyeyê de xwedî gotin be. Navendeke dest xurt dike ye. Yê li ser vê herêmê serdest be, wê li ser nîvê Sûriyeyê serdest be. Dibêjin, artêşa me ya ji pênc hezar kesî heye. Yê ku xwedî artêşeke ji pênc hezar kesan be, gelo di nava 8 mehan de çêdibe bi tenê sê gund ji destê DAIŞ'ê derxistibe. Artêşeke ji pênc hezar kesî ku ji her alî ve alîkariyê digire, eger rast bûya, niha her der xistibû bin kontrola xwe.
Herêma me xeleke bingehîn a qezenckirina têkoşîna li Sûriyeyê ye. Kontrolkirina wê herêmê birîna rehê bingehîn ê Tirkiyeyê ye. Lewma bi dînîtî xwe berdide nav. Şer gelê Sûriyeyê betiland. Gel berdêlên gelekî giran da. Mal û milkên wan çûn. Dibêje; bila derhal çareseriyek pêk were, ku çawa be ne xem e. Tirkiye dest ji polîtîka û planên xwe yên kirêt bernade. Dixwaze li demeke dirêj belav bike. Yanî dixwaze vê bike."