Ciwanên Rojavayî ji bo Ocalan dimeşin
Di çarçoveya meşa 4'ê Nîsanê ya YCR a ji Girkê Legê destpê kir de, ciwanan danê vê sibehê berê xwe dan gundê Endîwerê yê li ser sînorê Cizîra Botan.
Di çarçoveya meşa 4'ê Nîsanê ya YCR a ji Girkê Legê destpê kir de, ciwanan danê vê sibehê berê xwe dan gundê Endîwerê yê li ser sînorê Cizîra Botan.
Zêdeyî 500 ciwanên endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwanên Rojava duh bi armanca piştgirîdayiya berxwedana Bakur û pîrozkirin 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala, meşek dirêj ji Girkê Legê heya gundê Endîwer ê Dêrikê organîze kirin.
Ji bilî ciwanên herdu rêxistinan, bi dehan ciwanên PYD`ê jî beşdarî meşê bûn. Ciwanên ku duh ji bajarê Girkê Legê ketibûn rê şeva din gihiştin Dêrikê û şeva xwe li bajar derbas kirin. Ciwanan vê sibehê meşa xwe domandin û vê carê ji pêşiya Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava a Dêrikê berê xwe dan gundê Endîwer ê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê.
Ciwanan di meşê de pankartên "Rojbûna Rêber APO, rojbûna ciwantiya azad e" û bi sedan alên herdu rêxistinan, PYD, YPG, YPJ û aleke PKK ya bi dirêjahiya 5 metre û firehiya 2 metre rakiribûn.