Li Şirnexê êrîş, berxwedan û sewqiyat dewam dikin

Li Şirnexê, ku terora dewletê di roja 20. de ye, bomberdûman dewam dike. Ji ber bomberdûmanê gelek xanî û cihên olî zerar dîtin. Sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve jî dewam dike.

Li Şirnexê, ku terora dewletê di roja 20. de ye, bomberdûman dewam dike. Hêzên dewleta Tirk ji duh bi şev û vir ve bomberdûmaneke giran li taxên berxwedanê dike. Hêzên AKP'ê yên nikarin bikevin nava taxan, bi tank, top û hawanan ji navenda tîmên taybet Gumuştepe, Tûgaya Jendermeyan Çakirsogut, herêma Sîn û Ber a li ser rêya Sêrtê taxan bombe dikin. Li taxên Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Dîcle û Bahçelîevlerê yên êrîş li wan giran e, şerê dijwar diqewime.

Li taxa Şehr-î Nûh a ku xendek û bend lê nîne, ji ber êrîşa bi tankan şewat bi gelek xaniyan ket. Li gorî agahiyên ji şêniyên taxê hatin wergirtin, gelek xaniyên ku Qursa Quranê ya Şukru Gelîş jî di nav de heye, ji ber vê êrîşa hêzên dewletê şewitîn. Ji ber topbarana duh de Mizgefta Mezin a li Taxa Îsmetpaşa xera bûbû.

Li aliyê din sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve dewam dike. Duh bi şev konvoyek ji 30 maşînên leşkerî a ji aliyê Cizîrê hat, berê xwe da 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan.

Bi çekên giran bomberdûmana li hemberî bajêr dewam dike. Li taxa Gazîpaşa û li derdora Meydana Omer Kabak şerekî dijwar heye.