Çeteyên Qesrê taxên berxwedanê yên Geverê bombe dikin

Hêzên dewletê yên li navçeya Gever a Colemêrgê li berxwedanê ketin, mizgeft, dibistan û bi dehan malên li taxên berxwedanê dan ber bomberdûmanên tank û topan.

Hêzên dewletê yên li navçeya Gever a Colemêrgê li berxwedanê ketin, mizgeft, dibistan û bi dehan malên li taxên berxwedanê dan ber bomberdûmanên tank û topan.

Li navçeya Gever a Colemêrgê ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 21’emîn de dewam dike, hêzên dewletê yên nikarin berxwedana YPS û YPS-Jinê bişkînin dest bi bombekirina taxan kirin. Hêzên dewletê ji ber di ketina taxên Cûmhûriyet, Gungor û Ormanê ku di kontrola hêzên YPS û YPS-Jinê de ne têk çûn, piştî vekişiyan bi tankên li Tabûra Efeler, Fermandariya Tumena Navçeyê û rêya Şemzînanê hatine bicihkirin ve tax dan ber topan.

Hate hînbûn ku di encama bomberdûmanê de mizgeft, dibistan û bi dehan malên li taxên Cûmhûriyet, Gungor, Eskî Kişla û Ormanê hatine şewitandin, hilweşandin. Ji taxên ku cih bi cih teqînên dijwar pêk tên, dengê çekan bilind dibe.

Her wiha hate hînbûn ku li girên bilind ên li navçeyê tîmên bi pere hatine bicihkirin.