Gelê Kobanê: Roja bindestan di 4'ê Nîsanê de hilat
Gelên ji pêkhateyên cuda yên li Kobanê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, "Roja bindestan di 4'ê Nîsanê de hilat."
Gelên ji pêkhateyên cuda yên li Kobanê dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin, "Roja bindestan di 4'ê Nîsanê de hilat."
Kurd û Erebên li Kobanê dijîn, bi wesîleya 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn.
Lezgîn Kobanê: Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo me rojeke taybet e. Li Sûriye û herêmên Rojava şerekî dijwar heye, lê tevî vê jî em ê rojbûna Serok Apo pîroz bikin. Weke gelê Kobanê em timî li ser rêya Serok Apo ne û heta dawiya emrê xwe em ê bi felsefeya wî re dilsoz bin.
Mehmûd Mihemed: Erebîstana Siûdî, Qatar û dewleta Tirk û çeteyên van dewletan dixwazin Sûriye û Rojava dagir bikin. Lê belê şikandina vîna gelê me û ji holê rakirina sîstema federalîzma demokratîk nepêkan e. Îro rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Li gelên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz dikim. Em bi nêrînên Ocalan re dijîn û saziyên me jî xwe dispêrin felsefeya Ocalan. Heta dilopq dawî ya xwîna xwe em ê li pişt hêzên xwe yên berxwedanê bin.
Ommer Ebû Hessen (Ereb): 4'ê Nîsanê ji bo gelên bindest û Kurdan, mizgîniya serdemeke nû, rojeke nû ya li dijî sîstemên serdest e. Vê rojê li hemû hêzên berxwedêr pîroz dikim. Em ê heta dawiyê şopdarên Rêber Ocalan bin. Weke gelê Kobanê em ê li gorî derfetên xwe di 4'ê Nîsanê de daran biçînin û çalakiyan lidar bixin.
Mihemed El Ehmed (Ereb): Bi xwendina pirtûkên wî re min felsefeya demokratîk şoreşger a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Bi vê yekê re bi têkoşîna Ocalan a ji bo azadiya gelên bindest hesiyam. Kûrbûna Ocalan a ji her alî ve bala min kişand. Hurmeta min a ji bo Ocalan bû sedem ku tevlî Şoreşa Rojava bibim. Rojbûna Ocalan li hemû gelên herêmê pîroz dikim û dixwazim Ocalan derhal azad bibe.