Rojbûna Ocalan li Mexmûrê hat pîrozkirin

67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh êvarê li Wargeha Penaberana Ş. Rustem Cûdî ya Mexmûrê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ber stranên Koma Awazê Çiya heta dErengiya şevê govend hat gerandin.

Di pêşengiya saziya herî bilind a rêxistina jinên Mexmûrê Meclîsa Îştar de, duh şev bi boneya 67. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ahengek pîrozbahiyê li navenda Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.

Bernameya pîrozkirina 67. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û piştre endama endama Kordînasyona PAJK’ê Rojîn Hêja axivî. Hêja di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rojbûna Ocalan ji bo gelê Kurd, mirovahiyê û da zanîn ku rojbûna Ocalan di serî de rojbûna Gelê Kurd, rojbûna tevayî gelên bindest û tevayî gelên Rojhilata Navîne û wiha pêde çû; "Em jî wek gelê Wargeha Mexmûrê 67. Rojbûna Rêber Apo destpêkê li Wî, Tevgera Azadiya Kurdistan, Gelê Kurd û li tevayî cîhanê pîroz dikîn."
 
Piştî axaftina endama Kordînasyona PAJK’ê Rojîn Hêja, sînevizyona li ser jiyana Ocalan hat nîşandan û piştre endama Meclîsa Şaredariya Mexmûrê Bêrîvan Sayin ku bi stranên xwe yên dengbêjî tê hezkirin, derket ser dikê û gelê wargehê coşand.
 
Piştre Koma Awazên Çiya derket ser dikê, gel Rojbûna Ocalan bi slogan, tîlîlî pêşwazî kir û heta direngiya şevê gelê Mexmûrê li ber stranên Awazên Çiya govenda azadiyê gerandin.
 
Herwisa weke kevneşopiyek ya gelê Mexmûrê, di bin pêşengiya Meclîsa Îştar de heta siharê li Saziya Malbatên Şehîdan nobed hat girtin. Kesên ku heta siharê li saziyê mayî, bi gotina stran, sohbetên têkildarî Ocalan, gotina helbestan şeva xwe borandin.