Ji bo berxwedêrên Parîsê aktîvîteya bîranînê
Li Parîsê berxwedêrên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Li Parîsê berxwedêrên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Li paytexta Fransa Parîsê Cûma Botan (Talîp Demîr), Cûma Ercîn (Huseyîn Baran) û hevalên wan ên 2’yê Adara 2016’an li Mêrdînê navçeya Kerboranê jiyana xwe ji dest dan, Rojvar Arvîn (Yuksel Sumbul) a li Geverê jiyana xwe ji dest da û Şevîn (Îna Sumbul), Rezan Baran, Abdulmecît Aslan ên di dîrokên beriya wan de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Di bîranîna li Navenda Civaka Vîllîers Le Belê de xizmên cangoriyan û Kurdistaniyan eleqeyek mezin nîşan dan.
JI BO KAMPANYAYA PIŞTEVANIYÊ BANG
Di aktîvîteyê de ji Komîteya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan, ji Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat û Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav axivîn. Di axaftinan de dilsoziya bi cangoriyan hate ziman, ji bo kampanyaya Heyva Sor a ji bo Sûr, Cizîr, Silopiya û Kerboranê daye destpêkirin banga piştgiriyê hate kirin.