Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyan tê pîrozkirin.
ANF
QAMIŞLO
duşem, 4 avrêlê 2016, 13:13
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyan tê pîrozkirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku felsefeya Ocalan temînata azadî û aştiya gelan e.
Di pîrozbahiya li navenda TEV-DEM'ê ya li Qamişloyê de, gelek rêveberên Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û TEV-DEM'ê amade bûn.
Hevseroka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsûf, li ser navê Rêveberiya Demokratîk Ekrem Hiso û Abdulkerîm Sarûxan li vir axivîn. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya 4'ê Nîsanê ji bo gelan û destnîşan kirin, ku rojbûna Ocalan roja azadî û jiyana bi hev re ya gelan e. Her wiha hat destnîşankirin, Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê jî garantiya siberoja hevpar a gelan e.
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ekrem Hiso û Abdulkerîm Sarûxan bang li her kesî kir ku ji bo parastina nirxên derketine holê, destekê bidin rêveberiyê.
Li navenda bajêr wêneyên Ocalan û şehîdên şoreşê hatin daliqandin.