Ev 3 roj in li Şirnexê bê navber şer diqewime

Bomberdûmana giran û şerê dijwar ê li qadên xwerêveberiyê yên Şirnexê dewam dikin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket. Li Îsmetpaşayê jî ev 3 roj in şerekî dijwar diqewime.

Li Şirnexê ku ev 21 roj in çeteyên Qesrê êrîş dikin, bomberdûman û şer bê navber dewam dikin. Ji ber êrîşên giran ên duh tevahiya rojê hatin kirin, li taxên Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Dîcle, Yenî, Bahçelîevler û Cûmhûriyetê top, obus û hawan li gelek malan ketin. Ji ber bomberdûmanê dûyê reş bi ser bajêr de ket. Bomberdûmana ku êvarê ji bo çend saetan sekinî, nîvê şevê saet di 02:00 de ji nû ve destpê kir.

Çeteyên Qesrê bi bomberdûmanê re xwestin bikevin nava taxan. Hêzên YPS û YPS Jinê bersiv dan û li ser vê yekê şerekî dijwar qewimî. Şerê bi giranî li taxa Îsmetpaşa qewimî hînê dewam dike. Li taxên Cûmhûriyet û Gazîpaşayê jî şewat bi gelek malan ketin. Destûr nayê dayîn arkuj şewatê vemirînin.

Gelek ambûlansan berê xwe dan herêma şer. Tê gotin, di encama vî şerî de gelek tîmên taybet mirine û birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn, kuştî û birîndar bi ambûlansan rakirine 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a jendermeyan. Bomberdûman û şerê li bajêr bi dijwarî dewam dikin.