Şervanê YPG'ê Serhildan Botan li Stûttgartê hat bîranîn

Şervanê YPG'ê Ehmed Hecî Kamil (Serhildan Botan) ê di 29'ê Adarê de li Efrînê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Stûttgartê hat bîranîn.

Şervanê YPG'ê Ehmed Hecî Kamil (Serhildan Botan) ê di 29'ê Adarê de li Efrînê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Stûttgartê hat bîranîn.

Mersîma bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan a Stûttgartê hate lidarxistin û saet di 13:30 de bi deqeyeke rêzgirtinê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stûttgartê destpê kir.

Di merasîmê de ku tevî ximzên Serhildan Botan bi sedan kes amade bûn, ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dr. Emîn Mohammed axivî û got , "Şehîd nirxên azadiyê ne. Bi gotinan mirov nikarin wan bînin ser ziman. Ji ber ku şehîd di nava tevgera azadiyê ya gelê Kurd de nirxên herî pîroz in."

Mohammed di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şoreşa Rojava û wiha dewam kir: "Eger îro li Rojava Kurd gihiştine statûya xweseriya demokratîk û  hatibine asta 'êdî bi destê xwe çarenûsa xwe xêz bikin' ev hemû hêz û destketiyên keda şehîdan e. Pêwîste em li şehîdê xwe xwedî derkevin. Şehîd serbilindahî û rûmeta me ne."

Piştre li ser navê malbatê, mamê Ehmed Hecî Kamil (Serhildan Botan) Osman Kamîl mafê axaftinê wergirt û got, "Di şexsê Serhildan Botan de ez hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînim. Em wek malbatê soz didin ku em ê şopdarên têkoşîna wan bin û têkoşîna wan mezintir bikin."

Di merasîma sersaxiyê de dayika cangorî Ehmed Heci Kamil (Serhildan Botan) Şêxa Duma jî axivî û wiha got, "hûn bi xêrhatinê daweta Ehmedê min. Ez îro bi daweta Ehmedê xwe gelekî serbilind im. Ehmed ne şehîdê min tenê ye, ew şehîdê gelê xwe ye. Ehmed ji min re tim digot 'dayê rêya min bernede.' Ez soz didim Ehmedê xwe, ez ê şopdarê rêya wî bim. Merasîma sersaxiyê ya girseyî ku ji aliyê beşdaran ve bi eleqeyek mezin hate pêşwazî kirin, piştî axaftinan bi belav kirina xwarina xêrê bi dawî bû."