Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê hat erêkirin
Lîsteya meclîsa nû ya rêveber a Kantona Cizîrê ku ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve pêşkêşî Hevserokatiya Kantona Cizîrê hat kirin, hat erêkirn.
Lîsteya meclîsa nû ya rêveber a Kantona Cizîrê ku ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve pêşkêşî Hevserokatiya Kantona Cizîrê hat kirin, hat erêkirn.
Meclîsa Zagonsaz di 2'ê Nîsanê de lîsteya Melcîsa Rêveber a Kantona Cizîrê ya nû ku ji aliyê Ebdulkerîm Sarûxan ve hatibû destnîşankirin erê kir û pêşkêşî Hevserokatiya Kantona Cizîrê kir.
Hevserokatiya Kantona Cizîrê jî îro bi biryarnameya hejmara 8'an a sala 2016'an, lîsteya meclîsê ku ji serokê meclîsê, hevserokên desteyan û cigîrên wan pêk tê, erê kir.
Hevserokên Kantona Cizîrê Hêva Ebdulîlah Erebo û Himêdî Deham El-Hadî li navenda hevserokatiyê ya Rimêlan biryarname îmzekirin.
Piştî ku Ekrem Hiso ji serokatiya Meclîsa Rêveber veqetiya bû û di sîstema meclîsê de hinek guhertin hatibûn çêkirin, Hevserokatiya Kantona Cizîrê di 12'ê Adarê de Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Sarûxan ji bo avakirina Meclîsa Rêveber a nû erkdar kiribû. Li gorî sîstema nû hejmara desteyan ji 22 daket 16'an.
Sarûxan di civîna 9'an a Meclîsa Zagonsaz de navên ku diyar kiribûn, pêşkêş kir û bi piraniya dengan hate erêkirin.
Di rojên pêş de wê endamên Meclîsa Rêveber a Nû li pêşberî Hevserokatiya Kantonê sond bixwin û dest bi karê xwe bikin.