Li gundê El Pelûr ê Ocalan lê ma, pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
Li gundê El Pelûr ê nêzî Kobanê, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû lê mabû, 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin.
ANF
KOBANÊ
duşem, 4 avrêlê 2016, 12:50
Li gundê El Pelûr ê nêzî Kobanê, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû lê mabû, 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li vî gundê bi qasî 5 kîlometreyan li rojavayê Kobanê ye, bi qasî 500 kes amade bûn.
Ocalan di 29'ê Tîrmeha sala 1979'an de di sînorê Pirsûsê re derbas bûbû û cara yekemîn hatibû vî gundî. Rêberê Gelê Kurd 15 rojan li vî gundî ma bû.
Ocalan piştî çend caran careke din hatibû vî gundî û 2 mehan mabû.
Mala Ocalan lê mabû û dara li binê siya wê rûdinişt, hînê hene.