'Dayê ez tevlî nava YPS'ê bûm, bi min serbilind be'
Dayika endamê YPS'ê Salîh Batmaz Behiye Batmaz got, "Roj wê bê ez ê rahêjim çeka kurê xwe û li dijî dijmin şer bikim." Dayik Batmaz bang li gelê Kurd kir, ku berxwedana xwe xurtir bike.
Dayika endamê YPS'ê Salîh Batmaz Behiye Batmaz got, "Roj wê bê ez ê rahêjim çeka kurê xwe û li dijî dijmin şer bikim." Dayik Batmaz bang li gelê Kurd kir, ku berxwedana xwe xurtir bike.
Endamê YPS’ê Salîh Batmaz ku di şerê 21’ê Adarê yê li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dayî, bi gotina "Kurê we êdî zarokê gelê Kurd e" ji mala xwe derket û li hemberî êrîşên qirkirinê hêzên dewletê di nava berxwedêran de cih girt. Dayika Batmaz Behiye Batmaz bi gotina "Roj wê be ez ê rahêjim çeka kurê xwe û li hember dijmin şer bikim" banga bilind kirina berxwedana xwerêveberiyê li gelê Kurd kir. Bavê Batmaz Veysî Batmaz jî anî ziman ku kurê wî ne cerdevan bû û bi kurê xwe serbilind e û got ku ew li hemberî êrîşên qirkirinê axa xwe naterikin.
Endamê YPS’ê Salîh Batmaz ku di 21’ê Adarê’de li Şirnexê di encama şerên bi êrîşên hêzên dewletê re destpê kirî de jiyana xwe ji dest dayî piştî Haci Lokman Bîrlîk ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi birîndariya xwe ve hatî înfaz kirin û piştre jî bi wesayîtên zirxî hatî kaş kirin tevlê rafên Yekîneyên Parastinên Sivîl (YPS) dibe. Salîh Batmaz bi nasnavê Mazlum yê Haci Lokman Bîrlîk li wî kirî di nava berxwedêrên xwerêveberiyê de cih digire. Batmaz dest ji dibistanên pergalê jî berdide û bi gotina "Kurê we êdî zarokê gelê Kurd e" ji malê derdikeve.
'EZ LI DIBISTANÊN PERGALÊ NAXWÎNIM'
Dayika bi navê Behiye Batmaz ji zarokatiya kurê xwe Salîh Batmaz dest bi gotinên xwe kir û got kurê wî ji zarokatiya xwe ve dilxwazî tekoşîna azadiya Kurd bû. Dayika Batmaz anî ziman ku kurê wî polîtîkayên dewletê yên li hemberî gelê Kurd ên salên dawî qebûl nedikir û wiha axivî: “Salîh her tim ji kar reviya û xebatên partiyê re eleqedar dibû. Rojek hat got 'Ez ê dest ji dibistanê berdim'. Êdî ne çû dibistanê û ket nava xebatên ciwanan. Min gelek caran jê re got dest ji dibistanê bernede lê li min guhdarî nekir. Ji min re got 'Ez li dibistanên pergalê naxwînim'. Min jê re got derketên bavê te tine ye, bixwîne û me jî xwe jî xelas bike. Lê wî digot dibistanên pergalê encam nade. Herî dawî got 'Ez ê tevlê YPS’ê bibim' û ti kes nedikarî hizrên wî biguherîne. Wekî gotina xwe kir û tevlî YPS’ê bû."
'KURÊ MIN JI ZILMA DEWLETÊ RE BÊDENG NEMA'
Dayika Batmaz da zanîn ku piştî qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk kurê wî tevlî YPS’ê bû û wiha vegot: "Sê çar şev nehat malê. Piştre rojekê hat min jî got tu çima nayê malê. Ji min re got 'Dayê ez tevlî YPS'ê bûm, bi min serbilind bin'. Ji xwe beriya wê demê jî digot wê tevlî YPS’ê bibe. Ji min re digot ew ji zilma dewletê re bêdeng namîne. Ez bi kurê xwe serbilindim."
Dayika Batmaz diyar kir ku piştî kurê wê tevlê YPS’ê bû gelek caran li taxên berxwedanê wî dîtiye û anî ziman, ku wê nedixwest ji Şirnexê derkeve. Dayika Batmaz bi lêv kir ku roja wê ji bajêr derketibiya bi kurê xwe re axiviye û got: "Min destê kurê xwe girt û min jê re got ez naxwazim dest ji te berdim. Ji min re got 'Tu di bajêr de jî bimîne tu nikare min bibîne'. Ez ne bi dilê xwe ji bajêr derketim."
'HÊVIYÊN ME HENE, SERKETIN A ME YE'
Dayika Batmaz bi gotina "Salîh’ê min li hemberî zordestiyên dewletê şerê xwe kir" sedema tevlîbûna kurê xwe ya nava YPS’ê jî vegot û bi van gotinan axaftina xwe domand: "Kurê min ji vê zilmê got bes e. Ji bo gelê xwe şehîd bû. Ji bo têkoşîna gelê Kurd şer kir. Hemû berxwedêr zarokên min e. Îro li Şirnexê bi sedan Salîh li ber xwe didin. Ez ne poşman im bi kurê xwe serbilind im. Roj wê bê ez ê çeka kurê xwe rakim û li hember dijmin şer bikim. Ji bo serketina gelê Kurd ez ê her tiştî bikim. Heya dawiyê jî em ê li ber xwe bidin. Hêviyên me hene, serketin ya me ye. Divê gelê Kurd berxwedana xwerêveberiyê bilind bike."
Dayika Batmaz ji sedema êrîşên qirkirinê ya li ser Kurdistanê nerazîbûn nîşanî Serokkomarê Tirk Erdogan û hikûmeta AKP’ê da û wiha berdewam kir: "Ti kes tiştek ji wan naxwaze, bila destê xwe ji me bikêşe. Em ji bo axa xwe têdikoşîn. Ew bi tank û topan zarokên me qetil dike. Em ti caran dest ji doza xwe bernadin.”
'PARÇEYEK NANÊ ME HEBE DI NAVA XWE DE PARÎ DIKIN'
Bavê Salîh Batmaz ê bi navê Veysî Batmaz jî dest nîşan kir ku kurê wî li ber doza xwe ya mafdar de jiyana xwe ji dest daye. Batmaz ji bo dawî kirina êrîş û komkujiyên hêzên dewletê banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û wiha got: "Êdî bes e bila ti kes di axa me de zarokên me nekuje. Dewlet me ji malên me derxist û piştre malên me şewitand. Erdogan me ji mala me, welatê me û zarokên me kir. Me torbeya wî ya makarneyê nebi. Îro di konan de dimînin lê em dest ji axa xwe bernadin. Em ne hewceyî Erdogan û Davûtoglû ne. Parçeyek nanê me hebe di nava xwe de parî dikin."
Batmaz anî ziman ku ew bi jiyana kurê xwe her tim serbilind bû û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: "Kurê min ne cerdevan bû. Kurê min ji bo gelê xwe jiyana xwe ji dest da û ez bi kurê xwe serbilindim."