Li Geverê şerê giran: Tankek hat îmhakirin
Li Geverê ku ev 23 roj in êrîş û berxwedana li hemberî wê bênavber dewam dike, piştî şeva bêdeng, danê sibehê şer dîsa destpê kir.
Li Geverê ku ev 23 roj in êrîş û berxwedana li hemberî wê bênavber dewam dike, piştî şeva bêdeng, danê sibehê şer dîsa destpê kir.
Li navçeya Colemêrg Geverê ku ev 23 roj in êrîş û berxwedana li hemberî wê bênavber dewam dike, piştî şeva bêdeng, danê sibehê şer dîsa destpê kir.
Li hemberî dorpêç û êrîşên hêzen şer ên hikûmeta AKP'ê di pêşengiya YPS û YPS-JIN'ê de berxwedana gel di roja 23. de didome. Li navçeyê şev di nav bêdengiyê de derbas bû lê danê sibehê hêzên şer hewl dan bikevin taxa Cûmhûriyetê. Li ser vê hewldanê berxwedêrên YPS û YPS-JIN'ê jî bersiva êrîşan dan. Hêzên şer ên nekarîn berxwedanê bişkînin neçar man piştî şer ji taxê vekişin. Li hemberî taxên berxwedanê topbarana hêzên dewletê jî didome.
Li Taxa Ormanê jî danê sibehê 2 teqînên mezin pêk hat in, lê der barê sedem û encamên teqînê de ti agahî nehat bidestxistin.
Li Taxa Cûmhûriyetê ku di rojên bihurî de 82 welatî ji ber bombebaranê neçar man ji malên xwe derkevin, komek welatiyên sivîl bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin. Hate zanîn ku welatî birine Navenda Çanda Selahattîn Eyyubî ya ku bûye navenda komkirinê.
Di navbera hêzên dewletê yên ku xwestin bi tankan bikevin Taxa Cûmhûretê û hêzên YPS ûYPS-JIN de şer derketin, di encama şer de tankek hat îmhakirin.