Ji YPG/YPJ'ê operasyona li dijî çeteyan

Êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûde û Eyn Îsa dewam dikin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî li hemberî çeteyan dest bi operasyonê kirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser êrîşên çeteyan û operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Çeteyên DAIŞ'ê roja 3'ê Nîsanê saet di navbera 11:30-12:00 û 4'ê Nîsanê saet di navbera 05:00-05:45'an de bi çekên giran du caran êrîşî bajarokê Eyn Îsa kirin. Komên çete di heman rojê de saet di navbera 05:00-06:00 de li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa bi çekên giran êrîş kirin.

Çeteyên Lîwa Sûltan Mûrad, Ehrar El Şam, Firka 16., Lîwa El Fetîh, Ceyş El Mûcahîdîn, Kombûna Festeqîm Kema Emert û Nûreddîn Zenkî êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.

Hêzên me roja 3'ê Nîsanê li herêma Seken Şikeyfê, li hemberî komeke çete ya amadekariya êrîşê dikir, dest bi operasyonê kir. Di vê operasyonê de derbên xurt li çeperên çeteyan hatin xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin."