YPS: 15 çeteyên Qesrê 6 ên DAIŞ’ê hatin kuştin
YPS’ê da xuyakirin ku di şer û çalakiyên li dijî çeteyên Qesrê de 11 POH, 4 JOH û 6 jî çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
YPS’ê da xuyakirin ku di şer û çalakiyên li dijî çeteyên Qesrê de 11 POH, 4 JOH û 6 jî çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî encamên şer û çalakiyên li dijî çeteyên Qesrê daxuyaniyek nivîskî weşand. YPS’ê diyar kir ku baskê êrîşê yê hêzên dewletê ku piştî bomberdûmana li ser taxan hewl dan bikevin taxan, bi awayekî bi bandor hate hedefgirtin û şkandin hem jî çekên wan ên giran hate derbkirin û bêkêrkirin.
YPS’ê destnîşan kir ku di nava 3 rojan de êrîşên hêzên di bin emrê Erdogan de dewam kirine, li dijî vê jî berxwedan mezin û çalakiyên bersivdayina êrîşan ên şervanên YPS/YPS-Jinê jî didomin.
YPS’ê ragihand ku di şer û çalakiyan de 11 POH, 4 JOH û 6 jî çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, 2 çeteyên DAIŞ’ê jî bi giranî birîndar bûne. YPS’ê diyar kir ku 8 şervanan jî di berxwedana xweparastinê de jiyana xwe ji dest dane.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî detayên çalakiyan ev agahî dan:
NISÊBÎN
“1’ê Nîsanê danê êvarî çeteyekî DAIŞ’ê yê di nav hêzên dewletê yên ku bi armanca qetlîamê êrîş kirin de cih digirt, ji aliyê yekîneya me hate kuştin.
2’ê Nîsanê saet 13.00’an POH’ek ji aliyê yekîneyek me hate kuştin.
2’yê Nîsanê saet 16.00’an di çalakiya sabotajê ya li ser maleke ku tîmên taybet tê de hatine bicihkirin de 2 tîmên taybet mirin, hejmara birîndaran nehate zelalkirin.
3’yê Nîsanê dema kepçeyekê hewl da bikeve taxan bû hedefa ciwanan, ji çeteyên Qesrê yên li ser kepçeyê yek hate kuştin, kepçeya derbe xwar jî vekişiya.
3’yê Nîsanê danê nîvro li Taxa Koçerê 2 çeteyên DAIŞ’ê bû hedefa ciwanên parastina taxê û hatin kuştin. Di heman demê de qetlîamkarên ku bi tankan hewl dan bikevin taxê jî bûn hedefa roketan û tanka derbexwarî vekişiya.
3’yê Nîsanê saet 15.00’an 2 çeteyên DAIŞ’ê li pira Ahmet Kaya ji aliyê yekîneyên me yên berxwedanê hatin kuştin, saetên piştî nîvro jî li heman cihî çeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin.
3’yê Nîsanê saet 16.00’an li Cadeya Kanaryayaê yekîneyên me tankek bi roketan kirin hedef, tanka derb xwarin vekişiya.
3’yê Nîsanê kepçeyek dema hewl da bikeve Taxa Koçer bû hedefa hêzên me yên parastinê, ev kepçeya ku derbe xwar vekişiya.
3’yê Nîsanê saet 14.00-16.00’an di şerekî de ji çeteyên DAIŞ’ê 2 çete ji aliyê yekîneyên me bi giranî hatin birîndarkirin.
Li Taxa Elîka 1’ê Nîsanê şervanê me yê bi navê Erîş di encama qezayekê de gihişt şehadetê, 2’yê Nîsanê jî şervanê me Ferhat piştî şerê qewimî gihişt şehadetê.
GEVER
Li Gever dijmin bomberdûmana xwe ya li ser taxan didomîne. Dijmin li Taxa Cûmhûriyetê ketiye nav hewldanên dagirkirina cihê nû.
Di çalakiya li hember yekîneyek POH ku 2’yê Nîsanê hewl dan bikevin Taxa Gungorê de 7 POH hatin kuştin. Di şerê piştî çalakiyê de 2 şervanên me yên YPS’ê gihiştine şehadetê.
3’yê Nîsanê saet 15.30’an li Taxa Cûmhûriyetê 4 JOH, dema hewl dan ala ku yekîneyên YPS’ê daliqandine daxe bûn hedefa çalakiyê, di encam de her çar JOH jî hatin kuştin.”
‘LI DIJÎ ÇETEYÊN QESRÊ EM TEVLÎ YPS’Ê BIBIN’
Di daxuyaniya YPS’ê de wiha hate gotin: “Li hember Qesrê û pêkhateya wî ya çete ku li dijî têkoşîna berxwedanê ya gelê me her cure êrîşê pêş dixe, ji bo mezinkirina têkoşînê xurtkirina tevlîbûna yekîneyên xweparastinê yên YPS’ê wezîfeyek dîrokî ye.”
ŞERVANÊN JIYANA XWE JI DEST DANE
YPS’ê nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin:
“Rizgar Van/ Orhan Gul/Dayik Saniye/Bav: Muslum/1998’an li Wanê ji dayik bûye/ 2’yê Nîsanê li Geverê şehîd ketiye
Agît Van/ Şehadet: 1’ê Nîsanê/ Agahiyên bi detay wê piştre bên ragihandin.
Tolhildan Çirav/ Yasîn Elçî/ Dayik Rabîa/ Bav: Îsa/ 1986’an li Dihê ji dayik bûye/ 30’ê Adarê li Şirnexê şehîd ketiye
Botan Nûsaybîn/1’ê Nîsanê li Şirnexê şehîd ketiye/Agahiyên bi detay wê piştre bên ragihandin.”