Bîlançoya qelîama Şêx Meqsûdê zêde dibe

Di êrîşa qetlîamwarî ya çeteyên girêdayî SÛK û ENKS’ê ya li ser Taxa Şêx Meqsûdê de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişte 17’an. Hêjmara birîndaran jî bûn 63.

Di êrîşa qetlîamwarî ya çeteyên girêdayî SÛK û ENKS’ê ya li ser Taxa Şêx Meqsûdê de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişte 17’an. Hêjmara birîndaran jî bûn 63.

Hêzên navneteweyî bêdengiya xwe ya li hember êrîşa qetlîamwarî ya çeteyan a li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê diparêzin. Di qetlîama komên çeteyan ên girêdayî SÛK û ENKS’ê û êrîşên tevahiya rojê de hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihiştin 17’an, hêjmara birîndaran jî gihişte 63’yan.

Li aliyê din hat ragihandin ku di encama êrîşên topan a tevahiya rojê de bi dehan kes di bin avahiyên xirbe de mane.

Êrîşên çeteyên girêdayî SÛK û ENKS’ê yê li hember taxê hê jî berdewam dike.