BI DÎMEN

'Dewleta Tirk ji aliyê stratejîk ve li Rojhilata Navîn fetisî ye'

Fermandarê Giştî yê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat da xuyakirin, ku berevajî îdîayên di çapemeniyê de tê kirin, hêzên rejîmê li Helebê bi pêş de neçûne û destnîşan kir, çeteyên KNS û ENKS'ê jî li pêşberî YPG/YPJ'ê bêçare mane.

Fermandarê Giştî yê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat da xuyakirin, ku berevajî îdîayên di çapemeniyê de tê kirin, hêzên rejîmê li Helebê bi pêş de neçûne û destnîşan kir, çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê jî li pêşberî YPG/YPJ'ê bêçare mane.

Fermandarê Giştî yê YPG'ê yê li Helebê Rêzan Rojhat rewşa li Heleb, Ezaz û Efrînê ji ANF'ê re nirxand.

Rojhat bibîr xist, ku rewşa dawî ya li Helebê bi hefteyan e, bi mehan de bi berfirehî tê nîqaşkirin û got, "Komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê li Heleb û derdora wê hem li hemberî rejîmê hem jî li hemberî hêzên me di nava rewşeke aloz de ne. Hêzên me li taxa Eşrefiyeyê, ku berê qonax bi qonax xwe vekişandibû, niha li pozîsyona xwe ya berê vegeriyane û ji berê hîn bi xurtî li herêmê bi cih bûne."

Fermandar Rojhat bal kişand ser rastiya şerê 5 salan ê li Helebê û ev nirxandin kir. "Di nava vî şerê 5 salan de ya girîng ew bû, gelê Kurd ê li Helebê dijî li taxên lê dijîn hatin parastin. Ev helwesta gelê Kurd ji aliyê hêzên rejîmê û komên çete yên ser bi KNS û ENKS'ê ve rast nehat nirxandin."

Rêzan Rojhat destnîşan kir, ku berevajî îdîayên di çapemeniyê de tên kirin, rejîm li Helebê û derdora wê bi pêş de neçûye û got, "Ji xwe ev yek ji bo me zêde ne girîng e. Kî bi pêş de çû, kî bi pêş de neçû ji bo me zêde ne girîng e. Weke YPG a ji bo me girîng, parastina gelê me ye. Ya ji bo me girîng; xurtkirina pozîsyona me ya parastinê ye. Bersiva ji bo pêdiviyên gelê me ye."

'ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ HELEB, EFRÎN Û EZAZÊ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE TÊN ORGANÎZEKIRIN'

Fermandarê Giştî yê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat  diyar kir, êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Efrîn û Ezazê paralelî hev tên kirin û ji aliyê yek navendê ve tên birêvebirin.

Rojhat da xuyakirin, ku êrîşên li hemberî van herêmên wan ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin û organîzekirin. Rojhat ev nirandin kir:

"Komên çete tên kordînekirin. Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd û Efrînê ji aliyê dewleta Tİrk ve hatin amadekirin. Planên êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd, Efrîn û Ezazê li navenda rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê hatin çêkirin. Mikurhatinên çeteyên ketin destê me, vê yekê piştrast dikin. Lewma di demeke ku agirbest ket rojevê de ewleta Tirk da xuyakirin, ku ew agirbestê qebûl nakin, nas nakin."

Rojhat bibîr xist, ku hemû komên çete yên li aliyê Heleb, Efrîn û Ezazê hene, bi ti awayî mudaxleyî tevgera hêzên rejîmê ya li vê herêmê nakin û got, "Li şûna ku pêşî li rejîmê bigirin û li hemberî DAIŞ'ê şer bikin, bi hemû hêza xwe êrîşî tax û herêmên Kurdan dikin."

REWŞA DAWÎ YA EZAZ Û EFRÎNÊ

Fermandar Rêzan Rojhat der barê pêşdeçûna hêzên Ceyş El Siwar û YPG/YPJ'ê li derdora Ezaz û Efrînê de got, "Beriya her tiştî hêzên QSD'ê nûnerên gelê Sûriyeyê ye, YPG/YPJ jî parçeyek ji vê hêzê ye. Lewma weke artêşa gel QSD di çarçoveya daxwazên gel de rêya xwe diyar dike. Ji Ezaz û derdora wê daxwazeke zêde ya gel hat kirin.

Li ser meseleya Ezazê ev tişt dihat gotin, 'Eger mudaxleyî Ezazê bikin, em ê bikevin nava Rojava'. Beriya wê jî digotin, 'Rojavayê Firatê xeta me ya sor e. Eger derbasî rojavayê Firatê bibin em ê mudaxle bikin'. Siyaseta li ser Cerablûsê dimeşînin, lingê wê yê duyemîn li Ezazê, li herêma Şehba nîşan didin.

Ev yek tê wê wateyê ku dewleta Tirk parçe bi parçe dfest li herêmê werdide. Hewl dide ve yekê jî di ser gelê Tirkmen re bike. Hikûmet û dewleta Tirk, ji destpêka şerê Sûriyeyê û vir ve Tirkmen ji bo polîtîkayên xwe bi kar anî. Lê belê ev yek, bêyî Tirkmenan kir. Yanî hewl da bi rengekî xeyalî bike.

Dewlet û hikûmeta Tirk bi vê rê û rêbazê re hewl da polîtîkayên Osmanî li herêmê bimeşîne. Lê belê bi polîtîkayên xwe yên kûrahiya stratejîk re dewleta Tirk li Rojhilata Navîn ji aliyê stratejîk ve fetisî.

Ji ber vê fetisîn û bêtehemûliyê dewleta Tirk bombeyan li Ezaz û derdora Efrînê dibarîne. Hêzên YPG/YPJ'ê hema ji ber xwe ve dest li Ezaz, derdora wê û herêma Şehbayê wernedane.

Hêzên YPG/YPJ'ê li ser daxwaza gel, ji bo gefên komên çete yên li herêmê ji holê rakin û aramiyê bînin herêmê, ketine pozîsyonê."

'ENKS A SER BI PDK'Ê, GELÊ KURD QETIL DIKE'

Fermandarê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat da zanîn, li hemberî pêşdeçûna hêzên şoreşger li Efrîn û derdora Ezazê, komên çete yên ser bi KNS û ENKS'ê 'odeya operasyonê' ava kirine û got, "Avakirina odeyeke bi vî rengî bêtehemûliya KNS û ENKS'ê ya li hemberî pêşdeçûna wan nîşan dide. Her wiha dewleta Tirk jî hin mudaxleyên nû kir. Dewleta Tirk bi van mudaxleyan re desteka xwe ya ji bo komên çete yên weke Tûgaya Sûltan Mûrat, tabûra Fatîh Sûltan Mehmet, Ehrar El Şam û El Nûsra, bi awayekî vekirî kir. Tevahiya cîhanê desteka dewleta Tirk a ji bo komên çete bi rengekî vekirî dîtin."

Rojhat destnîşan kir, ku dewleta Tirk PDK û Barzanî jî li vê derê bi kar tîne û got, "Soza 'avakirina' dewleta Kurd li Başûr da PDK û Barzanî. Di berdêla vê de ji PDK û Barzanî xwest rêxistinbûyîn û destketiyên Kurdan ên li parçeyên din tine bike. Ji xwe PDK û Barzanî ji duh ve ev qebûl kiribûn, ji vê rewşê razî bûn."

Rêzan Rojhat anı ziman, rewşa îro ya li Şêxmeqsûd vê rastiyê radixe pêş çavan û got, "Beşek ji çeteyên êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin, çeteyên ENKS'ê ya serkêşiya wê Hekîm Beşar ê ser bi PDK û Barzanî dike."

Rojhat destnîşan kir, ku komên çete yên ser bi ENSK'ê, bi hevkarî û desteka PDK-dewleta Tirk re mora xwe datînin binê komkujiyên li hemberî gelê Kurd.

'JI BO SÛRIYEYÊ BI TENÊ GELÊ KURD XWEDÎ PROJEYA ÇARESERIYÊ YE'

Li ser siberoja Sûriyeyê jî Fermandarê Giştî yê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat ev nirxandin kir:

"Xuya ye şerê li Sûriyeyê wê di demeke nêz de neqede. Têkildarî siberoja Sûriyeyê de jî, hêza xwedî projeya çareseriyê ye, Kurd û dostên wan e.

Kurdan statuyek ji hemû cihêrengiyan ava kirin. Dewleta Tirk, PDK û komên çete yên sextekar ên ti eleqeya xwe bi Sûriyeyê re nîne, wê di mijara siberoja Sûriyeyê de xwedî gotin nebin.

Li ser xwîna gelê Sûriyeyê hesabên berjewendiyan, nîqaşên bê exlaq û senaryoyên siyasî yên bê exlaq tên kirin. Lê tevî van hemûyan jî wê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di siberoja Sûriyeyê de hêza sereke bin.