Careke din gule li rojnamevanên li ser sînorê hat reşandin
Rojnamevanên Îtalî û Îrlandî jî beşdarî Nobeda Nûçeyan a li bin xetê bûn. Lê belê leşkerên Tirk careke din gule li rojnamevanan reşandin.
Rojnamevanên Îtalî û Îrlandî jî beşdarî Nobeda Nûçeyan a li bin xetê bûn. Lê belê leşkerên Tirk careke din gule li rojnamevanan reşandin.
Ji bo şopandina rewşa li Nisêbînê, Nobeda Nûçeyan a bi şiyara "Têkildarî bûyerên li Nisêbînê peyama ji çavkaniyên rast, ji bêdengiyê re na' ya li ser sînorê Qamişloyê tê girtin, di roja 3. de ye. Rojnamevanên Îtalî û Îrlandî jî tevlî Nobeda Nûçeyan a xebatkarên çapemeniya azad ên li Rojava bûn.
Rojnamevanan, ji bo şopandina bûyerên li Nisêbînê xwe nêzî sînor kirin, lê belê leşkerên Tirk careke din gule li wan reşandin.