Li Silopiyayê malek hedef hat girtin: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn

Hêzên dewleta Tirk bi tankê li maleke li taxa Barbaros a Silopiyayê xistin. Di vê êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, ku hêzên dewleta Tirk lê terorê dikin, êrîş bê navber didomin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li navçeyê ye diyar kir, bi tankan êrîşeke giran li hemberî taxa Zapê hatiye kirin.

Li taxê teqînên mezin rû didin.

Li gorî agahiyên ji Encu hatin wergirtin, li taxa Barbarosê tankan li malekê xistin. Kesekî li vê malê dijiyan jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn.

Encu got, "Agahî beriya niha bi kêliyekê hat. Em hewl didin detayên wê hîn bibin."

Li taxa Başakê jî duh welatiyê Bahattîn Tongûç li hundirê mala xwe bûbû hedefa guleyan û bi giranî birîndar bûbû.