Eren û Kiliçarslan bi tilîliyan hatin oxirkirin

Şervanên YPS-JIN Tulay Eren (Arin Rojhat) û Evindar Kiliçarslan (Rojevîn Xerzan), ên di demên cuda de li Geverê jiyana xwe ji dest dan li Norşîn û Tetwanê bi girseyî hatin definkirin. Cenaze bi lîrandinê hatin oxirkirin.

Şervanên YPS-JIN Tulay Eren (Arin Rojhat) û Evindar Kiliçarslan (Rojevîn Xerzan), ên di demên cuda de li Geverê jiyana xwe ji dest dan li Norşîn û Tetwanê bi girseyî hatin definkirin. Cenaze bi lîrandinê hatin oxirkirin.

Malbatên şervanên YPS-JIN Tulay Eren (Arin Rojhat) û Evindar Kiliçarslan (Rojevîn Xerzan) cenazeyên zarokên xwe ji morga saziya tipa edlî ya Erziromê wergirtin û anîn Bêdlîsê. Malbatan cenazeyê Tulay Eren anîn Norşînê û li vir ji aliyê sedan kesan hate pêşwazîkirin. Malbatê piştre bi karwanekî cenazeyê Eren anîn bajaroka Lîzê ya Norşînê û li vir di bin dorpêça polîsan de bi girseyî spartin axê. Li ser gorê rêz hate girtin û axaftin hatin kirin. Xwişka Eren Sibel Eren, diyar kir ku bila serê gelê Kurd sax be û xwişka wê şehîda Kurdan e. Eren, anî ziman ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî di rêya wan de têbikoşe û ti carî ji vê rêyê venegerin. Eren destnîşan kir ku her bên kuştin ew ê hê zêdetir bibin. Heta şehîdên wan li ser vê axê bin wê têkoşîna wan berdewam bike. Bav Abdullah Eren jî diyar kir ku zarokên wan şehîdê Kurdistanê ne û xwest dewlet zanibe ku wê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin. Piştî axaftinan cenazeyê Eren, bi silogan û lîrandinê spartin axê.

KILIÇARSLAN, LI TETWANÊ SPARTIN AXÊ

Endama YPS-JIN Evindar Kiliçarslan jî li gundê Sulhê yê Tetwanê bi girseyî hate definkirin. Welatiyan li duriyana Kutumê cenaze pêşwazî kir û anîn gundê Kutumê. Li ser rê leşkeran welatî rawestandin û nasname di GBT'ê re derbas kirin. Welatiyan piştî kontrolê dîsa rêya xwe berdewam kirin û cenaze anîn gund. Welatiyan cenazeyê Kiliçarslan di ketina gund de bi siloganan pêşwazî kir û li nava gund merasim pêk anîn. Welatiyan darbesta Kiliçarslan bi ala PKK'ê pêça û nivîsa "Şehit Namirin" nivîsandin. Komê di merasimê de bê navber silogana "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî Serok Apo", "PKK tolhildan" berz kirin. Di merasimê de "Çerxa şoreşe" hat xwendin û rêz hate girtin.

'LI ROJAVA DAÎŞ LI BAKUR ÇETEYÊN QESRÊ'

Di merasima cenaze de bavê Evîndar Kiliçarslan Îkram Kiliçarslan jî wiha got: "Bila xayin baş zanibin ku ev wisa naçe. Bi peyvan jiyana van lehengan nayê vegotin. Zarokên vî welatî bi dehan salan vê têkoşînê didin û şehîd dibin. Zarokên me bi axa xwe re dizewicin. Em bi zarokên xwe serbilind in. Li Rojava çeteyên DAÎŞ'ê zarokan qetil dikin, li Bakur jî çeteyên Qesrê zarokan dikujin. Em ti carî têkoşîna wan bernadin û ji bîr nakin."

Piştî axaftinê girsê bi meşê cenaze birin goristanê û li vir bi duayan defin kirin.