Nûçegihanê DÎHA'yê hat binçavkirin

Nûçegihanê DÎHA'yê Firat Dûymak ê li Cizîrê, dema ji mala xwe derket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Nayê zanîn bê Dûymak birine ku derê.

Nûçegihanê DÎHA'yê Firat Dûymak ê li navçeya Şirnex Cizîrê dixebite, dema ji malê derdiket ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat binçavkirin. Dûymak li maşîna zirxî siwar kirin û tê îdîakirin ku jê re gotine 'em ê te bibin gerê'. Ji bilî Dûymak Hevserokê MEYA-DER ê Cizîrê Mele Qasim Yîgît li ser Kolana Nisêbînê hat binçavkirin.

Nayê zanîn bê Dûymak bi ku ve birine.

Bavê Dûymak Mahmût Dûymak jî li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin.