TEV-DEM'ê êrîşên li dijî Şêxmeqsûd şermezar kir û bang kir

TEV-DEM'ê komkujiyên li Şêxmeqsûd û derdora wê bi destê çeteyan tên kirin şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir, ku bes bêdeng bin.

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê, li ser êrîşên komên çete yên ser bi qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û herêma Şehba, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya nivîskî ya TEV-DEM’ê wiha ye:

"Ji destpêka îlankirina agirbestê li Sûriyê, komên çete yên weke (Ehrar El-Şam, Tûgaya Sultan Murad, Tûgaya El-Fetih, Firqa 16, Ceyîş El-Mucahidîn, Kombûan Festeqim Kema Umêrt, Tabûrên Nurddîn Zenkî û Firqet El-Şemal) ên girêdayî Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê, dest bi êrîşa li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Komên Çete di van êrîşên xwe de, çekên weke topên cehnemê û gazên jehrî yên qedexekirî, li dijî sivîlan bikar anîn. Ji dema destpêkirina êrîşan û heta niha jî 100 sivîlên ku di nav wan de kesên temen mezin, jin û zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dan. Ev tişt jî li ber çavên tevahiya raya giştî hat kirin. Her wiha di dema ku Riyad Hicab serdana Barzanî dikir jî van koman êrîşên xwe yên li ser taxê didomandin. Di van êrîşan de jî, 14 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Em weke TEV-DEM hem van êrîşên komên çete yên girêdayî koalisyona Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tên destekkirin ên li dijî welatiyên sivîl ên taxê şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya navneteweyî û bi taybet Kordînasyona Taybet a Agirbesta Sûriyê ya hevbeş a Rûsya û Amarîka ya li hember van êrîş û komkujiyên ku tên kirin jî, şermezar dikin.

Em dibêjin di demeke ku her kes dixwaze şerê di navbera komên çekdar û rejîma Sûriyê de bê rawestdandin de, hewldanên dijiminahiya li Kurdan tê kirin, mezin dibin.

Ji aliyekî din ve jî hevkariyek di navbera komên çete yên DAIŞ’ê û Tabûrên Sûltan Murad de heye. Di destpêkê de hêzên dewleta Tirk gundên sînor topbaran dikin û piştre jî çete xwe vedikşînin û komên Sultan Murad lê bi cih dibin. Ev kom jî bi armanca ku herêmeke tampon ji bo hikûmeta Erdogan ava bike, şêniyan wan herêman bi darê zorê koçber dikin. Ev plan jî yek planên herî metirsîdar ku hikûmeta Erdogan li dijî gelên Sûriyeyê vedihûne.

Ji ber vê yekê em bang li aliyên navneteweyî yên ku çavdêriya danûstanên ji bo Sûriyê û agirbestê dikin, dikin ku ji bêdengiya xwe derkeve û sînorekî ji van komkujiyên ku li taxa Şêxmeqsûd û herêmê tên kirin re deyne.

Em ji tevahiya gelên Sûriyê û Kurdên bi rûmet re dibêjin ku ev hewldanên komên çete yên ku beşdarî êrîşan dibin, fîtneyeke Osmanî ye. Bi van êrîşan dixwazin ku fîtneyê di navbera                 hemû pêkhateyên Sûriyê de derxînin. Divê gelê Sûriyê helwesta xwe ya li hember van êrîşan diyar bike."