Baydemîr: Xiyanet wê careke din li vê xakê neyê dîtin
Osman Baydemîr da xuyakirin, ku dîroka Kurdistanê wê êdî dubare nebe û tevî hemû astengiyan jî işaret bi pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan kir.
Osman Baydemîr da xuyakirin, ku dîroka Kurdistanê wê êdî dubare nebe û tevî hemû astengiyan jî işaret bi pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan kir.
Osman Baydemîr da xuyakirin, ku dîroka Kurdistanê wê êdî dubare nebe û tevî hemû astengiyan jî işaret bi pîrozkirina 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan kir. Baydemîr got, "Xwedîderketina li Birêz Ocalan tê wê wateyê, ku êdî li ser vê xakê wê xiyanet neyê dîtin."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr di dema pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li mala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye de ji ANF'ê re û diyar kir, bi şidandina tecrîda li ser Ocalan re îlana şer hatiye kirin.
Baydemîr destnîşan kir, ku xwedîderketina li Ocalan tê wateya; wê xiyanetên di dîroka Kurdan de hatine kirin careke din rû nedin û da zanîn, bi awayekî zelal derketiye holê, ku Rojhilata Navîn êdî ya berê nîne.
Parlamenter Baydemîr got, "Di 4'ê Nîsanê de careke din li Amarayê derketiye holê ku bi feraseta dewleta zordar re êdî pêşî li daxwaza xwedîderketina gelan a li nirxên xwe û daxwaza azadiyê nayê astengkirin."
Baydemîr diyar kir, rewatiya rêvebirina civakan bi rêbaz û feraseta berê ya dewletên li Rojhilata Navîn careke din bûye mijara nîqaşê û got, "Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re ev erdnîgar îro veguheriye gola xwînê; girîng e ev yek weke nîşaneya bêkêrtiya vê sîstema zordar were dîtin û fêmkirin."
'XWEDÎDERKETINA LI 4'Ê NÎSANÊ DIJDERKETINA LI TECRÎDÊ YE'
Parlamenterê HDP'ê da xuyakirin, ku jehrkuja şerê nasnameya etnîkî û mezhebî yên li Rojhilata Navîn, bicih hatina stratejiya jiyana bi hev re ya gelan a bi awayekî wekhev û azad e û got, "Paradîgmaya jiyana bi hev re ya gelan a bi wekhevî, biratî û azadî, beriya her tiştî paradîgmaya Birêz Ocalan e. Tevî hemû astengiyan jî eger ji çar aliyên erdnîgariya me mirov, gelê me, gelên me hatine Amarayê û xwedî lê derdikevin, divê ev yek weke xwedîderketina li vê paradîgmayê were fêmkirin. Xwedîderketina li 4'ê Nîsanê tê wateya dijderketina li tecrîdê. Ji ber ku tecrîd îlana şer bû. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi ti awayî bi Birêz ocalan re hevdîtin nehat kirin. Piştî ku hevdîtin hatin birîn, dewlet ji konsepta muzakereyê derbasî konsepta şer bû. Lewma xwedîderketina li Ocalan tê wateya dijderketina li tecrîdê, dijderketina li konsepta şer. Daxwaz û qîrîna ji nû ve destpêkirina konsepta diyalog û muzakereyê ye."
'LI VÊ ERDNÎGARIYÊ WÊ ÊDÎ DÎROK XWE DUBARE NEKE'
Baydemîr spasiyên xwe pêşkêşî bi deh hezaran mirovên tevî hemû astengî û dorpêçiyê ketin ser rêya Amara kir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hewldana wan bû mesajek ji dewletê re, ku nîşan dan Rêberê wan, nirxê wan ji aliyê gelê Kurd ve wê bi tenê neyê hiştin. Lewma gelê me xwedî li meşa 4'ê Nîsanê ya gelekî hêja û dîrokî derketiye. Li vê erdnîgariyê wê dîrok careke din dubare nebe. Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Mele Mistefa i giştî li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê car carna xitimîn. Rêber, nirxên gelê Kurd bi tenê hatin hiştin, rastî xiyanetê hatin. Xwedîderketina li Birêz Ocalan tê wê wateyê ku xiyanet wê careke din li vê erdnîgariyê neyê dîtin. Lewma dîrokî ye, hêja ye."