Şîmşek: Tecrîd û koçberkirin di koka dewletê de hene

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek got, "Şerê li Sûrê û navçeyên din ên Kurdistanê tê meşandin, destpêka pêvajoyeke demdirêj e."

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek got, "Şerê li Sûrê û navçeyên din ên Kurdistanê tê meşandin, destpêka pêvajoyeke demdirêj e."

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, hewldana dagirkirina Sûrê ya di bin navê 'cemawerîkirinê' de ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê kirin, ji ANF'ê re nirxand.

Şîmşek da xuyakirin, ku pevajoya li Sûrê bi tena serê xwe meseleyeke Sûrê nîne û destnîşan kir, ku pêwendiya vê mijarê bi şerê giştî yê îro jî bi dijwarî dewam dike, heye.

Şîmşek got, "Şerê li Sûrê û herêmên din tê meşandin, destpêka pêvajoyeke demdirêj e. Di çarçoveya konsepta ewlekariyê de beşeke mezin a Sûrê bi çekên giran hat hilweşandin û welê li esnafan hat ku nema karibe kar bikin."

'DIBE KU MIROVÊN JI CIHÊ CUDA BÎNIN LI SÛRÊ BI CIH BIKIN'

Şîmşek bal kişand ser 'pêvajoya cemawerîkirinê' û da zanîn, rewşeke bi vî rengî li ti cihî nehatiye dîtin. Şîmşek got, "Dorpêçkirina temamiya navçeyê ji aliyê dewletê ve, berê nehatibû dîtin. Fikarên me yên cidî hene, ku hewl tê dayîn rewşa demografîk a Kurdistanê biguherînin. Dibe ku miroven ji cihê cuda bînin li Sûrê bi cih bikin."

Şîmşek da xuyakirin, ku ji niha ve hewl tê dayîn Erebên Sûnî li qiraxa Dîcleyê werin bicihkirin û got, "Rayearên dewletê di vê mijarê de li gundan digerin û di nava hewldanan de ne. Bi taybetî hewl tê dayîn li herêmên bejahî yên Dîcleyê avahî werin çêkirin û li van avahiyan Ereb bên bicihkirin."

Şîmşek destnîşan kir, hewldanên cemawerîkirinê yên li Sûrê, ji bo sabotekirina mafê jiyan, stargeh û bazirganiyê yên mirovên li wê derê tên kirin û got, "Divê gelê me li dijî vê projeyê helwestê nîşan bide. Ji bo mirovên me yên li Sûrê werin koçberkirin, hewldaneke gelekî cidî heye. Pêkane ev 'cemawerîkirin' li herêmên din jî rû bide. Mînak; ji bilî Sûrê beşeke girîng a Benûsen û semta Şehîtlîk jî di çarçoveya vê cemawerîkirinê de ye. Garantî nîne ku rabin sibe yan jî dusib navçeya Rezanê jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Bi vê polîtîkaya şer re dewlet dixwaze mirovan bide koçberkirin. Em ji pêvajoyên beriya niha dizanin. Di salên 90'î de bi hezaran gund hatin şewitandin, valakirin û mirov bi zorê hatin koçberkirin. Û weke partî em ji her alî ve li dijî vê pêvajoyê ne. Pêwîste mirov li dijî vê polîtîka û van projeyan derkevin. Nepêkane ku projeyeke bi vî rengî di sedsala 21'an de ji aliyê gelê me ve bê erêkirin. Tecrîd û koçberkirin di koka dewletê de hene."