Li Nisêbînê roja nû bi topbaranê destpê kir

Li Nisêbînê ku berxwedan di roja 24. de ye, tevahiya şevê hawan hatin avêtin, danê sibehê jî topbaranê destpê kir.

Berxwedana Nisêbînê, di roja 24. de li hemberî tank, top, hawan û hemû cureyên çekên giran dewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan êrîşên giran dibin ser taxan. Ji danê êvarê heta ber destê sibehê hawan li navçeyê hatin barandin. Danê sibehê jî topbaranê destpê kir. Hêzên dewleta Tirk danê sibehê bi maşînên zirxî yên weke ZPT tên binavkirin û tankan êrîşî malên welatiyên sivîl dikin.

Liv û tevgera helîkopterên Skorsky li Qereqola Jendermeyan dewam dike. Hat dîtin ku helîkoptera bi tîpa Skorsky xwe li hewşa qereqola jendermeyen daniye. Şerê di navbera hêzên YPS, YPS-JIN û tîmên taybet de dewam dike. Hêzên YPS û YPS Jin bi berxwedaneke xurt, nahêlin tîmên taybet ên dewleta Tirk bikevin nava taxan.