Însiyatîfa Gel a Navçeya Daqoq a girêdayî bajarê Kerkûk bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah şitlên daran çand.
ANF
DAQOQ
çarşem, 6 avrêlê 2016, 10:44
Însiyatîfa Gel a Navçeya Daqoq a girêdayî bajarê Kerkûk bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah şitlên daran çand.
Welatiyên Daqoqê û Şaredarê Navçeyê Salim Şukur li Parka Mînare şitlên daran çandin.
Beriya çandina daran li ser navê Însiyatîfa Gel a Daqoq Xetap Omer bi boneya rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 4'ê Nîsanê roja dayik bûna fikrê azad ê gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Serhildan û berxwedana ku îro li her çar perçeyê Kurdistanê tê meşandin bi taybetî li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Silopiya, Şengal û Rojava te meşandin, hemû berhemên fikrên Rêber APO ye. 4'ê Nîsanê di heman demê de roja rojbûyîna gelê Kurd e."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, îro fikir û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêşengtiyê ji hemû civakan re dike. Piştê daxuyanî dirûşma "Bijî Rêber APO" hat qîrîn.
Di heman demê Şaredarê Navçeya Daqoqê Salîm Şukur jî bi wesîleya rojê ji ajansa me re qise kir û got; "Îro rojbûna hevrê Birêz Abdulah Ocalane em gelek kêfxweşin ku bi wateya vê rojê dar tê çandin. Ev ji bo me peyamek gelek bi wate û hêja ye. Tê wê wateyê ku çiqasî girîngbûyîn ji xwezayê re û mirovahiyê re tê dayîn." Salim Şukur her wiha diyar kir ku çiqasî hezkirina wan a li hember jiyanekê bi wate heye dide diyar kirin.
Piştî daxuyanî û axaftinên hatine kirin her kes bi wesîleya rojê dar çandin.