BI DÎMEN

Di pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li Şengalê de xwişk-bira li hev rast hatin

Li Şengalê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de xwişk û birayên hev, ku yek jê gerîlaya YJA Starê ye, yê din jî şervanê YBŞ'ê ye li hev rast hatin.

Li Şengalê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de xwişk û birayên hev, ku yek jê gerîlaya YJA Starê ye, yê din jî şervanê YBŞ'ê ye li hev rast hatin.

Li Şengalê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin. Di vê pîrozbahiyê de gerîlaya YJA Starê Newal Tolhildan, birayê xwe Devrîm Guzereş ê ku piştî komkujiya DAIŞ'ê ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên YBŞ'ê bû, dît.

'4'Ê NÎSANÊ XELATA HERÎ BEDEW E JI JINAN RE'

Tolhildan ji ANF'ê re peyivî û got, "4'ê Nîsanê di serî de li Rêbertî li hemû hevalên di çeperan de, li kolanan û çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin pîroz dikim. Em li vê derê Rêberê xwe di dilê xwe de hîs dikin, jê bawer dikin û dizanin ku ew jî me hîs dike. Xelata Dayika Uveyş a 4'ê Nîsanê bû hêvî ji tevahiya Rojhilata Navîn re. Bi taybetî ji bo me jinan 4'ê Nîsanê xelata herî mezin e."

Tolhildan di dewama axaftina xwe de, hevdîtina birayê xwe vegot û wiha axivî: "Îro du caran kêfxweş bûm. Yek ji van mîna ku her kes dizane, kêfxweşiya rojbûna Rêber Apo ye, ya duyemîn jî dîtina birayê xwe yê li nava refên YBŞ'ê ye. Hesteke gelekî cuda ye ku mirov weke xwişk û bira li heman herêmê bin. Bi taybetî di vê roja pîroz de dîtina hem hevalê xwe hem jî birayê xwe hevrê Devrîm ji bo min gelekî girîng e. Ji ber ku min birayê xwe li vê derê, bi taybetî jî li nava refên YBŞ'ê dît ez gelekî kêfxweş im. hesteke gelekî cuda ye. Tiştekî gelekî bedew e ku bi hevrêyê xwe Devrîm re mezin bûm û pê re dijîm. Lê têkoşîna bi hev re hesteke cudatir e. Li bajarekî ku berxwedaneke ewçend pîroz û mezin lê heye, dîtina wî ji bo min gelekî girîng û pîroz e."

'EM Ê TOLA JINÊN HATINE REVANDIN Û QETILKIRIN HILÎNIN'

Devrîm Guzereş jî got, "Ez rojbûna Rêberê me li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî jî li gelê Şengalê pîroz dikim. Li çiyayê Şengalê pîrozkirina rojbûna Rêber Apo gelekî watedar e. Kêfxweşiya gelê me yê Şengalê yê li vê derê têra me dike. Ez serbilind im ku bûme endamekî YBŞ'ê û ji bo gelê xwe têdikoşim. Armanca me mezinkirin û fermîkirina YBŞ'ê ye. Tevlîbûna min li nava refên YBŞ'ê ji bo hilanîna tola jinên hatin revandin û qetilkirin e. Her wiha tiştekî gelekî watedar û bedew e ku li çiyayê Şengalê yê xeyalê Rêbertî ye, têdikoşim."

'EM Ê HER DU JÎ HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE ŞER BIKIN'

Guzereş di axaftina xwe de hestên xwe bi vî rengî vegot: "Di rojeke ewçend pîroz de dîtina hevrêya xwe, dîtina xwişka xwe hevala Newal hesteke gelekî bedew e. Ez gelekî kêfxweş im. Ez endamekî YBŞ'ê me ku dixwazim bersivê bidim komkujiyan û xwişka min jî gerîlaya YJA Starê ye. Ev yek tiştekî tiştekî cuda ye. Çiqasî mirov hewl bidin vêbêjin jî nayê vegotin. Em her du jî ji bo şoreşa Kurdistanê li vê derê ne. Ji cihgirtin û berxwedana xwişk û birayan li heman cihî xweştir tiştekî din nîne. Em ê her du jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û têbikoşin."

BANGA LI CIWANAN

Xwişk û bira bang li ciwanan bi taybetî jî ciwanên warê xwe Colemêrgê kirin, ku li her herêma Kurdistanê destekê bidin şoreşê.

...