YPG'ê ji bo malbatên şehîdan çalakiya 4'ê Nîsanê lidar xist

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêveberiya qada şehîd Rustem a YPG'ê ya Kantona Cizîrê çalakiyek lidar xist û malbatên şehîdan vexwend.

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêveberiya qada şehîd Rustem a YPG'ê ya Kantona Cizîrê çalakiyek lidar xist û malbatên şehîdan vexwend. 

Rêveberiya Qada Şehîd Rustem a YPG'ê li bajarê Amûdê çalakiyek organîze kir û bi sedan malbatên şehîdan vexwend. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û ji Rêveberiya YPJ'ê Newroz Amed lê axivî. Amed da xuyakirin, ku 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan rûpelekî nû di dîroka Kurdistanê de vekiriye û bûye destpêka rojbûna hemdem a civaka Kurd. Newroz Amed got, "Bi xewn û xeyala azadbûna vê xakê, şehîdên me bêteredût jiyana xwe feda kirin." Amed bibîr xist êşa herî giran a şoreşê malbatên şehîdan dikişînin û got, "Tevî dayîna berdêla şoreşê, berpirsyariya parastina şoreşê jî li ser milê we ye."

Piştî fermara YPJ'ê ji malbatên şehîdan hevjîna Şehîd Salar peyivî û diyar kir, ew ê timî li ser şopa şehîdan bin û got, "Ez ê zarokên xwe mezin bikim ji bo li ser rêya Ocalan bimeşin."

KOMÊN MUZÎK Û ŞANO DERKETIN SER DIKÊ

Di çalakiya 4'ê Nîsanê ya YPG'ê de komên TEV-ÇAND'ê jî derketin ser dikê. Girseya gel li ber stranên komên muzîkê govend gerand skeçên komên şano bal kişandin. Bi taybetî skeçên koma ji xwe re 'Cing cing' dibêje, bal kişand.

Malbatan tevlî çalakiyê bûn nîvro xwarin xwarin û piştî guhdarîkirina li stranên hunermendên herêmî yên bi Kurdî û Tirkî dawî li çalakiya xwe anîn.

...