Leşkerên Tirk taxên Silopiyayê vala dikin. Mirov derbasî taxên êrîş lê nîne, dibin.
Li naçeya Şirnex Silopiya dorpêçî û terora dewleta Tirk lê dewam dike. Hêzên rejîma Tirk bi tankan bombe li taxên Zap û Barbarosê barandin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê niha li navçeyê ye anî ziman, ku tankan êrîşî taxa Zapê kirine û li taxê teqînên mezin rû dane.
SIVÎLEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA, 3 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN
Li gorî agahiyên ji aliyê Encu ve hat ragihandin, li taxa Barbarosê malek bûye hedefa tankan. Ji ber vê êrîşê sivîlekî li malê jiyana xwe ji dest daye, 3 sivîl jî bi giranî birîndar bûne.
Encu got, "Ji ber ku êrîşên giran li taxan tên kirin, em nikarin agahiyên zelal werbigirin. Di destpêkê de ji me re hat ragihandin ku li maleke topa tankê lê ket 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 10 kes birîndar bûn. Li gorî agahiya dawî ya ji heman cihî hat ragihandin 1 kesî jiyana xwe ji dest daye, 3 kes bi giranî birîndar bûne. Lê belê tê gotin li malan hînê birîndar hene. Em nikarin agahiyeke zelal ji wan werbigirin."
MAL BI ZORÊ TÊN VALAKIRIN
Encu da zanîn, piştî êrîşa bi tankan a li hemberî taxan, hewl tê dayîn ku bi zorê gel ji malên xwe derkevin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hewl tê dayîn ku bajar bi temamî were valakirin. bi topbarana li hemberî malan re zexta koçberiyê li mirovan tê kirin. Piştî topbaranê leşkeran mirov ji malên wan derxistin. Li Silopiyyê xendek û bendên bibin hincet ji êrîşê re nîne. Lê belê tank êrîşî taxan dikin. Nifûsa Silopiyayê bû du qat, gihaşt 200 hezarî. Ji ber dorpêçiya li Şirnexê mirov hatin Silopiyayê. Li her malên ku niha dibin hedefa tankan, du malbat neçarin bi hev re bijîn. Ev mirov niha bi zorê ji malên xwe tên derxistin. Gel berê xwe dide taxên hinekî ewletir dibîne."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu xwest AKP derhal polîtîkaya xwe ya şîdetê biqedîne û got, "Eger ev polîtîka neyê qedandin, em bi fikar in ku hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin."